Bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn û wêneyên Çelîk hilgirtin. Di merasîmê de dirûşmên “Bijî berxwedana Sûrê” “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ye” “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin. 

Piştî ku cenazeyê Çelîk hat definkirin sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û rêz hat girtin. Zêmarên dayika Çelîk bû sedema demên hêstewar. Piştî ku cenaze hat definkirin dayika Çelîk wiha got: “Firatê min tu bi xêr hatî. Zavayê Kurdistanê tu bi xêr hatî. Ez ê negirîm. Ez ê dilê kuçîkên ku kurê min qetil kirin rehet nekim. Kurê min ser bilind e.” 


 AMED