Tara Town li Rebîa nêzîkî bereya şer bi fermandar sozdar û şervanên wê re şahidiyê dike li “qehremaniya” jinên kurd. Sozdar DAIŞ´ê weke nexweşiyeke tehlûke ye ji bo tevahiya mirovahiyê terîf dike. Tara Brown gundên Şengalê yîn ji aliyê DAIŞ´ê ve di encama komkujiyekê de xalîkirî bi bîr dixe û bi bîr dixe ku YPG û YPJ bi hewara Êzîdiyan ve hatine û cihê ku Soazdar û hevalê wî êer dike jî ji bo misogerkirina korîdora insanî ye, ya ku tê re Êzîdî hatin rizgarkirin.


Hêviya dinyayê li dijî DAIŞ´ê
Brown dijminahiya jinan a di cewherê DAIŞ´ê de rave dike û dibêje, li dijî vî dijminê ku jinan dema digire destdiavêje wan, wan dike kole û difiroşe, Sozdar û hevalên wê tevlî nav refên Yekîneyên Paraztina Jinê YPJ´ê bûne. Brown hêzên Kurd weke hêviya dinyayê li hemberî DAIŞ´ê û hêzên YPJ´ê weke yîn herî wêrek di nava wan de bi nav dike. Li ser pirsa gelo ev keç û jinên ciwan bibin ciwanên  herin şahiyan, biçin dibistanê, zanîngehê wê ne baştir be, ji şervanên YPJ´ê Cudî Usê dibêeje, em ne evîndarê sîlehan, şer û kuştinê ne, me hemûyan dixwest jiyaneke ewle bijîn, lê em di rewşeke acil de ne. Brown nexasim jî biryardariya şervanên jin di têkbirina DAIŞ´ê de der dixe pêş û dibêje, ew hem dixwazin vê xetê li dijî DAIŞ´ê biparêzin û hem jî DAIŞ´ê ji ser erdên xwe bi temamî têk bibin. Peyama sereke ya 60 Minutes û Tara Brown jî ew e ku şervanên kurd ne bi tenê ji bo xwe ji bo tevahiya mirovahiyê vî şerî dimeşînin.

NAVENDA NÛÇEYAN