Aqûbeta faşîst Erdogan û hevalbendên wî jî dê bi destê gelê Kurd û tevgera azadiyê, têkçûn be. Ev pergala faşîst dê ji hev bikeve û hilweşe. Rêber Apo û gelên bindest dê ser bikevin.
Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger a bajarê Fransayê li Strasbourgê Agit (Egîd) Ural li ser berxwedana dayikên Kurd a ji bo zarokên wan ên hepsî nivîsî. Wî got, Dayikên Kurd ên laçik spî wê faşîzmê têk bibin.
Egîd Ural ê ji gundê Hezexa Şirnexê Bêzikrê, sala 1993´yan dikeve hepsa dewleta Tirk û sala 2004´an derdikeve ji hepsê. Di dema serpêhatiya penaberiya xwe de jî ew 6 mehan di hepseke li Slovakayayê jî dimîne. Dayik û du birayên Egîd Ural jî şehîd bûne di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de. Dema ku Egîd Ural dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir li Strasbourgê gotibû, em ê dawiyê li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin. Nivîsa Egîd Ural a ji bo rojnameya me bi naveroka xwe ya esasî li jêr e:
Hesabên Erdogan şaş in
Kapîtalîzmê bi derketina xwe re di warê aborî û kar û xebatê de gelek hêvî çêkirin. Lê belê heta ku çerxa pergala xwe da rûniştandin bi lez rûyê xwe yê gemar derxist. Weke kû rewşa civakê ketiyê ne bes bû pêre faşîzm jî derket meydanê. Bi vî rûyê xwe yê qirêj li ser dilê civakû rûnişt û jiyan ser û bin kir.
Di roja me ya îro de faşîzmê reng gûheriye û li serê civakê dîsa bûye bela. Erdogan şêwazê Hîtler ji xwe re esas digire. Hîtler jî di serî de artêş hema bêjin hemû saziyên dewletê bi dest xistine û bi vî awayî civak kontrol kiriye.
Li dijî faşîzma Erdogan ev 149 roj in (îro 153) em li Strasbourgê 14 heval li ber xwe didin. Gav bi gav ev çalakî deng vedide û xurttir dibe. Li milê din berxwedana li hepsan a mezin roj bi roj deng vedide. Her wiha berxwedana dayikan rojane dewam dike û bi xwe re bêdengiya di nava civakê de dişikîne. Ev çalakiya wisa dîrokî zexteke mezin li Erdogan û hevalbendên wî dike.
Li aliyê din vê berxwedanê di nava civaka Kurd de ruhê welatparêzî û yekîtiyê jî xurtkir. Bi vî awayî wek xelekek ji pola li derdora Rêber Apo ava kir.
Bi sala ne ku Erdogan ji bo Kurdan tine bike siyaseteke qirêj meşand li dijî destketiyên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûrî. Lê belê ew hesabên dikirin şaş bûn û bi demê re ev hesap pûç bûn. Lewra aloziya di nava Tirkiyeyê de hem di warê siyasî hem jî di warê Aborî de kûrtir bû.
Li dijê serîtewandinê divê em tecrîdê pûç bikin
Ji bo em bikarin siyaseta dewlata Tirk a serî tewandinê pûç bikin, tecrîda salan a li ser Rêbertiyê ku li ser civakê tev pêktê ji holê rakin ev pêngava berxwedanê hat destpêkirin.
Rêber Apo li hemberî zilmê diyalektîka berxwedanê esas girt. Divê em jî vê diyalektîkê esas bigirin. Di roja îro de jî ya ku pêk tê êrişeke mezin e. Lewma mezinkirina û xurtkirina berxwedanê dikare vê rewşê biguhere. Şêwazê Rêbertiya me ev e.
Berxwedana dayikên me jî vê yekê îfade dike. Yanî bersiva diyalektîka Rêber Apo ye. Bi êrişên hovane dewleta dagirker hewl dide berxwedana dayikan bişikîne. Lê dayik bi israr berxwedana xwe didomînin. Lewma ev çalakiya dayikên çarik spî, dîrokî ye. Dewlet neçar e li hemberî vê berxwedana dayikan gavê bavêje.
Ev berxwedana dayikan berxwedana rûmetê ye. Ne berxwedana pêşî ne jî a dawî ye. Dayikên me di 40 salên dawî de li dijî dagirkeriyê bê hempa li ber xwe da. Ji bo em bikarin siberojên azad biafirînin, roja dayikan bi azadî pêşwazî bikin, divê em berxwedanê mezintir bikin.
Aştiya bi rûmet bi berxwedanê dibe
Bi vê pêngava berxwedanê her wiha derket holê bendwariyên pûç û bê bingeh ên aştiyê jî têk çûn. Tenê bi berxwedanê em dikarin aştiya bi rûmet pêk bînin. Heger em felsefeya Rêbertiyê esas bigirin û bixin meriyetê em dikarin bi ser kevin.
Weke gel divê di her warî de em bikarin destketiyên xwe li ser vî esasî biparêzin. Di warê siyasî de jî divê em şiyar bin û ew destketiyên bi berdêlên giran me bi dest xistine, em bikarin biparêzin. Em dikarin bêjin vê pêngava berxwedanê bi xwe re gelek encamên giring anîn. Ev encam dê bandorê li Kurdistan û tevahiya herêmê bikin. Lê belê ji bo encama serketî mayînde bibe mezinkirina berxwedanê şert e.
Rêber Apo me şiyar dike û dibêje, hûn di rojên dîrokî de ne. Lewma divê her kes bi rista xwe baş rabe û ji erkên şoreşê re bibe bersiv.
Ji ber Kurd bi berxwedanê bûne hêzeke diyarker li herêmê, neçar in Rêber Apo muxateb bigirin û cihê Kurdan vekin.
Xezeba Erdogan û tirs
Erdogan li Tirkiyê bi navê mafê mirovan, heq û hiqûq çi heye, ji holê rakir. Zilm û zor, êşkence û kuştin li seranserê welêt belav kir. Bi vî awayî xwest civakê bi temamî bêdeng bike. Dibin navê “tehlûke li ser welat heye” derdora xwe bi rêxistin kir û komên girêdayî xwe xist tevgerê. Çi muxalif hene jî avêtin hepsan, yan jî ew neçar kirin ku derkevin derveyî welat. Her wiha li tevahiya welat înisiyatîfeke berfireh da leşker û polîsan. Bi vî awayî tirs li ser civakê kir desthilat da ku her kes serî li ber wî bitewîne. Lê belê amûrê herî zêde bikar tîne jî ol û bawerî ye. Bi pêlîstina baweriyê bala civakê dibin ser mijarên ku dixwazin. Cihêkariya cinsî jî weke amûrekê bi kar tînin. Ferqa dinavbera jin û mêr de kûrtir dikin. Armanc ew e ku jin dev ji tekoşîna azadiyê berdin.
Rêber Apo û gel wê bi ser kevin
Armanca wan a sereke jî nîjadperestî ye. Bangên nîjadperstiyê didin pêş. Bi vî awayî hesta nîjadperestiyê gurr dikin. Pergala faşîst bi piranî van aliyan bi kar tîne. Ji Mussolînî heta Erdogan pirraniya dîktatoran ev amûr bi kar anîne. Bi vî awayî karîne heta demekê li ser piyan bimînin. Lê belê dawiya her dîktatorî têkçûn e.
Akûbeta faşîst Erdogan û hevalbendên wî jî dê bi destê gelê Kurd û tevgera azadiyê, têkçûn be. Ev pergala faşîst dê ji hev bikeve û hilweşe. Rêber Apo û gelên bindest dê ser bikevin.