Di damezrandina Komara Kurd a Mahabadê de tevgera ciwanan bi rêya şanoyê di nava gel de propaganda dike. Nêzî du mehan li 260 cihên cuda lîstika ‘Dayika Nişman’ tê lîstin. Nivîskar-wergêr Muhsîn Ozdemîr bal kişand ser bandora lîstikê ya li ser gel û  der barê Pirtûka xwe de ji Ajansa Nûçeyan ANF’ê re peyivî.


Dayika Niştiman kî ye?

Bo Kurdan demên girîng hene. Yek ji van deman dema damezrandina Komara Kurd a Mahabadê ye. Di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Komên Vejîna Kurd li vir rêxistinbûnên girîng dikin, fikra komarê bi rêya hunerê ji gel re vedibêjin. Yek ji van rêyan jî şano ye.  Armanc ew bû ku girseyan li dora fikra komarê ronî bikin. Çîroka Şanoya Dayika Nişman jî ji aliyê komek ciwan ve hatiye amadekirin û metn didin çend kesan. Di pirtûkê de ev hatine nivîsin. Lê kê nivîsiye, ne zelal e. Ev tê zanîn ku  ji helbesta helbestkarê mezin Hejar Mukrîyanî ‘Çûkên welat’ bi bandor bûne û helbestên helbestvan Hecî Qadirî Koyî wek replîk bi kar anîne. Aliyê balkêş jî ev e ku civak li dijî hunerê ne elaqedar e, ne razî ye. Heta ciwanên Kurd ên bi şanoyê re elaqeder dibûn, ji aliyê malbatên xwe ve dihatin tehdîdkirin. Lê dîsa jî bi hevkariya vê şanoyê komar ji gel re hatiye vegotin. Qîrîna dayikê, qîrîn zarokên di rola periyan de gel hişyar dike. Ciwanên çekdar û tifaqên wan  Dayika Nişman ji zincîran xilas dikin.  Piştre lîstikvanên di rola pêşengên gel de derdikevin ser dikê. Tê gotin ku yek ji van Qadî Muhammed e. 


Dayika Niştiman di kîjan şert û mercan de hat lîstin?

Wê demê Sovyetan beşek ji Îranê dagir kiribû. Ji bo Kurdan atmosfereke azadiyê hatibû avakirin. Ciwanên ronakbîr serî li rêxistibûnên cuda dabûn.  Ciwanan Çanda Neteweyî ya Kurd di bin rêxistinbûna xwe de bi cih dikir.  Hinek kovar û pirtûkan jî derdixin. Dayika Niştiman bi Kurdî tê nivîsin. Bi derfetên xwe çêdikin.  Di demeke kurt de li 260 cihan tê lîstin. Wê demê şano ne li sahneyan, li kolanan, qadan û garajan hatiye lîstin.


Tesîra wî li gel çawa dibe?

Gel destpêkê li dijî şanoyê bû. Lê piştî çend nîşandanan, jinên bi çarşef jî elaqeyeke mezin nîşanê Dayika Niştiman dane. Wê demê ji bo ciwanan destûr tinebû, lê gelek tabû hatin şikandin û her kes diçû temaşekirina şanoyê.  Bi saya Dayika Niştiman gelê Mahabadê û derdora wê fikra komarê nas kir. Tê gotin, lîstik beriya komarê hatiye lîstin. 


Girîngiya Dayika Niştiman ji bo şanogerên Kurd ên îro çi ye?

Her neferekî Kurd dixwaze ji dayika xwe re pêşerojekê ava bike. Di şexsê Dayika Niştiman de jî tê xwestin ku welatek bê vegotin. Ev lîstik unvana lîstika Kurd hê diparêze. Di destê me de ti replîkek tine. Piştî Komara Kurd a Mahabadê hat hilweşandin şûnde metna vê şanoyê jî winda dibe. Rol diyar in, armanc diyar e, ev hemû di pirtûkê de hatine vegotin. Yên bixwazin dikarin Dayika Niştiman bibînin. Ji ber vê jî ev ji bo şanogerên Kurd wek belgeyekê dimîne.


Ji bilî vê hûn behsa şanoya Koşka Miradan jî dikin?

Koşka Miradan versiyoneke cuda ya Dayika Niştiman e. Di 2’yê Çileya 1983’yan de li Çiyayê Kurdistanê ji aliyê Îbrahîm Ferşî ve tê amadekirin.  Replîk ji helbestên helbestkar Hemîn Mukriyanî tên amadekirin. Helbestên Hemîn hem beriya komarê û hem jî piştî komarê digire nav xwe. Ji ber vê tê hilbijartin. Ji Ferşîn tê xwestin ku Dayika Niştiman jî amade bike. Lê xwe nagihîne arşîvan di şevekê de vê şanoyê amade dike û piştre carekê li çiyan nîşan dide. Ev şano careke din nayê nîşandan.

Tê gotin ku wê di 1989’an de bê nîşan dan lê ev jî pêk nayê. Piştî MED TV tê avakirin, metna Koşka Miradan ji Îbrahîm Ferşî tê girtin. Lê ji ber ku kurtiya wê tine nayê nîşandan.  Dema ev nabe, Ferşî metna xwe di înternetê de belav dike. 


Li gorî we divê Dayika Niştiman di roja me ya îro de jî bê lîstin?

Destpêka her tiştî heye. Berhemên çandî roj bi roj bi rengên nû dîsa divê bi civakê re bên cem hev. Her wiha ji ber ku Dayika Niştiman di hişê mirovan de ye, divê zindî bê hiştin. Jixwe yên hişê xwe zindî nagirin, ji nirxên ne aîdî xwe xwedî dibin. Bêguman dikare dîsa bê lîstin. Divê her Kurd vê dayikê bibîne.  Îro ji bo Kurdan Kobanê jî Mahabad jî Dayika Niştiman e.




Muhsîn Ozdemîr kî ye?


Ozdemîr di 1970’ê de li gundê Ziviga Şikakan a nahiyeya Findik a Şirnexê hat dinê. Dibistana seretayî li gund xwend. Dibistana navîn li Wanê temam kir. Di 1991’ê de tevlî Tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber rewşa siyasî û birîndariya xwe bi salan li derveyî welat ma. Di 2003’an de li Urmiyê hat girtin û du sal û nîvan li girtîgehên Îranê ma, fêrî Farisî bû.

Di 2005’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Heta 2010’an li girtîgehên Tirkiyeyê yên weke Colemêrg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandere-Rize, Licê-Amedê ma. Ozdemîr Pirtûka ‘Sê tilîlî’ li girtîgeha Licê nivîsand.

Ozdemîr niha li Êlihê dimîne û  ligel wergêriyê, di kovar û rojnameyan de dinivîse.

Hin berhemên Ozdemîr ev in: 

l Sê Tilîlî. Roman, Weşanên Ronahî, 2011

l Sohrab Sepehrî/Dengê Lingê Avê/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir

l Furûx Ferroxzad/Hemû Berhemên Furûx/Helbest/Weşanên Ronahî/Diyarbekir

l Şêrko Bêkes/Hemû Helbest(bi alîkariya Sîrwan Rehîm)/Helbest/ Weşanên Ronahî/Diyarbekir/2013

l Sadiq Hidayet /Bûmê Kor/Wergera ji Farisî/Roman /Weşanên Na/Îzmîr /2013

l Şanoya Dayika Niştiman û Şanoya Koşka Miradan. Lêkolîn -Şano/Werger û Berhevkirin: Muhsîn Ozdemîr /Weşanên Na/Îzmîr/2015