Dayikên girtiyan ên ku li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya parêzeran guhdarî kir, diyar kir ku peyama Ocalan pirr girîng bû û got, “Rêberê me peyam ji me re şandiye. Em jî hezar silavên xwe ji wî re dişînin.”
Dayikên ku 25 roj in li Parka Koşuyolu bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe, kom dibin, ji bo li payama Ocalan li avahiya TUAY-DER’ê ya Amedê kom bûn. Dayikan li peyama Ocalan guhdarî kir, bê navber jî dirûşme gotin û lîlandin.
Dayika Ferhat Yildiz ê ji 1’ê Adarê ve li Hepsa Dîlokê di greva birçîbûnê de, Hatun Yildiz kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Ocalan em pirr kêfxweş kirin. Me peyama ji bo dayikan girt. Ji bo me pirr bi qîmet e. Me gotibû encam wê muhteşem be. Em wekî dayik li pey zarokên xwe û rêberê xwe ne.”
Dayika Yahya Guneş ê li Hepsa Giresunê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de, Perizade Guneş jî got, bi xêra berxwedana zarokên xwe û dayikan ew bi ser ketine: “Rêberê me peyam ji mere şand. Em jî hezar silavên xwe ji wî re dişînin. Rêberê me bi vê peyamê nîşan da ku ew jiyanê diparêze.”
Dayika Mesut Pehlîvan ê li Hepsa Kayseriyê, Garip Pehlivan jî got, “Ji zarokên me û Rêberê me re hezar silav. Me ji bo wan li ber xwe da. Me ne Rêberê xwe û ne jî zarokên xwe bi tenê hiştin. Em bi zarokên xwe serbilimd in. Wan li hundir û me jî li derve li ber xwe. Berxwedana me mezin bû. Me got encam wê muhteşem be. Encam muhteşem e. Em bi biryar in. Teqez emê bi ser bikevin.”
AMED