Rojin Zarg jiyan û têkoşîna Sakine Arat a 86 salî bi navê ‘Emrê Dirêj Bextê Reş’ kire pirtûk. Sakina heta vî emrê xwe êşa mirana 7 zarokên xwe kişandiye lê wê hêviya xwe neşikandiye.
MURAT KUSEYRİ / ANF/STOCKHOLM
Nivîskar Rojîn Zarg jiyana Sakina Arat a ku êşa mirina 7 zarokên xwe, 4 ji wan di nava têkoşînê de, kişandiye bi navê ‘Emrê Dirêj Bextê Reş’ kire pirtûk. Rojîn Zarg anî zimên ku wê Sakine Arat li Komeleya Mafên Mirovan di nava xebatan de nas kiriye û got: “Dayîka Sakîne bi Dayîkên Aşîtiyê re û di nava HDP’ê de dixebitî. Tevî emrê xwe yî navsere jî wê bi wêrekî û xîreta xwe ya têkoşînê têsîreke mezin li min kir.”
Pirr dilxweş bû
Rojîn Zarg anî zimên ku ew li Sakîne Arat rast hatiye di salvegera bibîranîna Cemal Arat ê ku sala 1984’an li zindana Amedê di grêva birçîbûnê de mirî, û got: “Min difikirî ku ji bo bibîranîna Cemal nivîsekê binivîsim. Piştî bibîranînê ez û Sakîne em bi hev re hinekî axivîn. Pirr dilxweş bû. Ji min re got ku li wê salek cezayê hepsa malê hatiye birrîn û ev cara yekemîn e ku ew piştî salekê ew ji mal derketiye. Min jê re got ku ez dixwazim bîranînên û jiyana wê bikim pirtûk. Piştî wê ev daxwaza min qebûl kir êdî me dest bi nivîsandinê kir.
Jiyana Sakîne Arat
Bavê Sakîne Arat piştî serhildana Şêx Seîd ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi Kutahyayê tê sûrginkirin lewma Sakine li wir di sala 1934’an de tê dinyayê. Malbata wê ji efûya di serdema Partiya Demokrat de sûd werdigire û berê xwe dide Amedê. Wan çaxan ew 17 salî ye û bi darê zorê bi axayekî ji xwe gelekî mezintir re tê zewicandin. Her çendî wê pêşî li dijî vê zewaca bi zorê li ber xwe dabe û hewl dabe ku bireve jî talî neçar dimîne û vê daxwaza malbatê dipejirîne. J
Bi tenê wan mezin dike
Ji 10 zarokên wê dudu di emrekî piçûk de dimirin. Hevjînê wê mêrikekî qumarbaz e û milkê wî hemû jê diçe. Piştî vê yekê Sakine vedigere Amedê û bi tena serê xwe 8 zarokên xwe mezin dike.
Kurê wê li hepsê şehîd dikeve
Kurê wê Cemal Arat piştî derbeya 12’ê Îlonê ji dewaya PKK’ê tê darizandin û di sala 1984’an de di grêva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dide.
Hewl daye bi Turgut Ozal re rûne
Kurên wê Tacettîn û Murat jî berê xwe didin nav refên gerîlla û her du jî li çiyê şehîd dibin. Kurekî wê yê din jî di qezayekê de dimire. Keça wê Semra jî ku bi darê zorê tê zewicandin di 17 saliya xwe de xwe dikuje.
Sakine Arat hewl dide bi gelek dayîkên din re, li Enqereyê bi serokwezîrê çaxê Kenan Evren, Turgut Ozal re hevdîtinekê bike. Da ku êşkenceyên li ser girtiyan bêne rawestandin.”
Hêviya min neşikest
Nivîskar Rojîn Zarg jiyana Sakîne Arat ji aliyê mafên jinan û doza wan ve weke neynika civaka feodal û baviksalarî bi nav dike. Ew dibêje ku wê di pirtûkê cih daye bêwijdanî, bêedaletî û zalimtiyê û biqabilî van têgîhan wê nîgaşa jineke xwedan vîn, têkoşer û humanîst jî. Rojîn Zarg got: “Sakîne di nava 30-35 salan de êşa mirina 5 zarokên xwe kişandiye. Tevî emrê xwe yî navsere wê ji baweriya xwe ya bi demokrasî edalet û aşîtiyê ti tiştek kêm nekiriye û bi hêvî li siberojê dinihêre. Wê ji min re gotibû, min zarên xwe winda kirin lê min hêviya xwe qet neşikand. Ez ji bo aşîtiyê, da ku xweşî were vî welatî têkoşîna xwe didomînim.” Di çaxê pêvajoya aşîtiyê de Sakine hîs kiriye ku wê Erdogan dek û dolaban bigerîne lewma gotiye: “Bila pêşî efû, demokrasiyê bîne paşî ezê jê bawer bikim. Ew ji gotinên Erdogan ku li qesra Dolmabahçeyê di civîna bi nûnerên saziyên civaka sivîl re behsa wê kiribû û gotibû, ’ew li kurê xwe xwedî derneket û wê kurê xwe di lepê terorîstan de hişt’ pirr aciz bûbû û wê gotibû: ’Ev gotineke pirr dijwar bû, ezê ti carî ji efû nekim. Zarên me ne terorîst in.”
Ji ber deriyê hepsê neçû
Kamil Sümbül, ji doza Ala Rizgarî piştî derbeya 12’ê Îlonê 5 salan di hepsa Amedê de girtî mayî li Swêdê bi cih bûye. Gava ew li weşanxaneya APEC’ê mîzanpaja pirtûkê dike wêneyê Cemal Arat dibîne ku ew hevalê hev yên hepsê bûn, pirr hestiyar dibe û dibêje: “Me Cemal Arat di grêva birçîbûnê de di dudoyê adara 1984’an de ji dest da. Ez ti carî li dayîka Sakîne rast nehatibûm. Wan çaxan min bihîst ku ew bi çend dayîkên din re xwe ji ber deriyê hepsê qet nadin alî. Xwedîtî li kurê xwe û girtiyên din dikir. Lê ji ber ku fersend tine bû, min cara pêşî ew par li Fuara Pirtûkan a Amedê dît. Li wir min fersend dît ku wê binasim û pê re sohbet bikim. Gava em li dayîka Sakîne dinihêrin em dîroka Kurdan, mişextîbûnê, bidarvekirinê dibînin. Bindestîbûn, wêranî, serhildanî û xîreta Kurdistanê em bi wê re dibînin.” ANF