Dayikên Aştiyê yên ku amadekariya dikin ji bo çalakiya xwe ya îro li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gotin: "Çi Kurd û çi Tirk, divê ku her kes deng bide vî dengî.“

Dewleta Tirk a ku dixwaze Ocalan li Îmraliyê êsîr bigire, bi polîtîkayên xwe civakê hemûyî dike nava girtîgeha vekirî. Dayikên Aştiyê wê îro li dijî tecrîdkirina Ocalan û li dijî potên yek reng ku li girtiyên siyasî tên ferzkirin, saet di 16.00'an de li Parka Koşûyoluyê li Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Dayikan li dijî tecrîdê û ferzkirina potên yekreng banga bihîstiyariyê li raya giştî kir. 


'Divê em bibin yek'

Ji Dayikên Aştiyê Seher Gulenç diyar kir ku "redkirina hewldana Rêber Apo ya ji bo pêvajoya çereseriyê ya ji aliyê dewletê ve nêzîkatiya wê ya li heberî gelê Kurd nîşan dide. Ez tecrîdkirina girankirî ya li dijî Rêber Apo şermezar dikim."

Dayika Aştiyê Halîse Albay jî got, "bi ragihandina Rewşa Awarte dixwazin gelê Kurd çavtirsandî bikin. Em her bi êrîş û komkujiyên dewletê re rûbirû man lê me qet serî netewand. Di serî de tecrîdkirina Rêber Apo, divê ku dawî li polîtîkayên ferzkirina potên yekreng ên li ser girtiyan bê anîn." 


 AMED