
"Bi kîjan eqlê hevdîtina me ya bi zarokên me re asteng dikin. Xwedê vê zilmê li gel wan nehêle. Ez ji xwedê dixwazim ku tiştên zarokên me dijîn, zarokên Erdogan jî bijîn. Dayîka Şeyhmus Poyraz Vezîre Poyraz jî anî ziman ku ew nizanin ka zarokên wan dijîn an na û wiha axivî: "Ji me re aramî heram kirin. Heke edalet hebûya ev zilm û rondikên çavên dayîkan dê xilas bibûya.
Malbatên girtiyên PKK'ê yên li Gitîgeha Îmraliyê dimînin û 14 mehin agahiyê ji zarokên xwe nagirin bi gazinc in. Dayika Bayram Kaymaz Medine Kaymaz û dayika Şeyhmus Poyraz Vezire Poyraz diyar kirin ku 14 mehin nikarin biçin hevdîtina zarokên xwe û bi tu awayî agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Dayikan, diyar kirin ku ji ber agahiyê ji zarokên xwe nakirin û nikarin biçin Îmraliyê bi fikarin û ditirsin ku tiştek bi serê zarokên wan de bê. Dayik dixwazin bi lezgin ev zilm bi dawî bibe, tecrid rabe û girtîgeha Îmraliyê bê girtin.
Kurê wê xwe şewitand keça wê derketi çiyê
Dayika Bayram Kaymaz Medîne kaymaz, anî ziman ku kurê wê 20 salin girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye. Kaymaz, da zanîn ku kurê wê li girtîgeha berê li Girtîgeha Bolu dima û li gel 4 hevalên xwe di 17'ê mijdara 2009'an de birin Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê. Kaymaz, da zanîn ku kurê wê Bayram ji bo 15'ê Sibatê anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezaz bike di 17'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Nazilliya Aydinê agir berda bedena xwe û birîndar bû. Kaymaz, destnîşan kir ku hêj birînên wî tev derman nebûne û êşa şewatê dikişîne. Kaymaz, bilêv kir ku kirê wê hêj pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Çotika Bayram jî wê delê li kargeriya xwe hate binçavkirin. Piştî ku Bayram bedena xwe da ber agir keça min a din jî derket çiyê. 13 salin em agahiyê ji keça xwe nagirin.
Kaymaz, da zanîn ku kurê wê Bayram Kaymaz ji mijdara 2009'an heta niha di Girtîgeha Îmraliyê de ye û heta niha tenê 5 caran hevdîtin pêk anîye. Kaymaz, destnîşan kir ku ji nîsana 2011'an heta niha bi kurê xwe re hevditin pêk neamiye û wiha got: "14 mehin em tu agahiyê ji kurê xwe nagirin. Me bi rêya ÎHD'ê serî li Wezareta dadê da. Me heta niha 3 caran daxwazname dan, lê hemû serlêdanên me bê bersîv man. Girtîgeha Îmraliyê naşibe tu girtîgehên din. Ger ku girtîgehek asayî bûye me jî dê wekî malbatên din yên girtiyan bi rêk û pêk hevdîtin bikirana. 14 mehin em tu agahiyê ji kurê xwe nagirin. Niha kurê me dijî an najî em nizanin. Em ne bi telefonan ne jî bi rêya nameyan nikarin agahî jê bigirin. Bi her alî agahî ji ser wan qut kirine. Xwedê heqê me û vê zilmê ji wan re nehêle. Keştiya ku diçe Îmraliyê ne xerabeye. Di rastiya xwe de mejiyê wan xera be ye."
'Esil terorîst dewlet e'
Kaybaz, destnîşan kir ku Mehmet Agar li gel ku rastî gelek cezayan bûye jî niha di girtîgehek li gorî daxwaza wî tê hiştin û Girtîgeha Yeni Pazar ji bo Agar xelatek e û wiha got: "Terorîstê esil Mehmet Agar e. Dewleta herî mezin dewlet bi xwe ye ku vê zilmê li me dike. Leşkerê xwe dikuje dibêje întîhar kiriye. Sivîlan dikuje dibêje terorîs te. 20 salin dewlet zilmê li me dike."
'Zarokên me dijîn ya na?'
Dayika Şeyhmus Poyraz Vezire Poyraz jî anî ziman ku ew jî 14 mehin bi tu awayî agahiyê ji kurê xwe nagirin û bi fikar in. Poyraz, da zanîn ku dilê wan û kezeba wan dişewite û nikarin qêrîna xwe bigînin tu kesî. Poyraz, bilêv kir ku 14 mehin tu agahiyê ji zarokên xwe nagirin û zarokên wan dijîn ya na nizanin. Poyraz, bibîrxist ku wan gelek caran ji bo ku parêzer biçin Îmraliyê serî li rayedaran dane, lê encam bi dest nexistine. Poyraz, daxuyand ku ew bawer nake ku keştî xerabe be û xwest êdî ev astengiya li pêş hevdîtina zarokên an ji holê rabe û wiha got: "Kurê min 27 salin girtî ye. Me gelê Kurd her tim êş kişand. Êdî em naxwazin vê êşê bikişînin. Bila ev zilm bi dawî bibe. Çawa dilê me dişewite, bila xwedê jî dilê Erdogan bişewitnine."
DENİZ TEKİN -DÎHA/ÎZMİR