Xelkê Mexmûrê ev 70 roj in di bin dorpêç û ambargoya rêveberiya Herêma Kurdistanê de ye. Li dijî vê neheqiyê jî Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li berxwe didin, ew bû 25 roj in li ber benda kontrolê ya PDK’ê protestoyê dikin.

Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê  ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.

Tevî hemû hewldananên Meclîsa Gel a Demokratîk û Saziya Têkiliyên Karê Derve ya Wargehê heta niha ti bersivek erênî ji aliyê rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn.

Protestoya dayikan dewam dike

Li aliyê din ji bo rakirina vê dorpêç û ambargoyê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 25 roj in li ber benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.

Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê dibêjin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin.

 

MEXMÛR / ROJNEWS