Bi her dû meclîsan beşdarî
Endamê Komîta Têkiliyên Diplomasî ya DBK' Îsa Heso di derbarê civînê de ji ANHA re axivî, Heso diyar kir ku mijara diwarê siyasî yekîtiya Kurdan jî di nav de, gelek mijarên girîng di civînê de hatine gotûbêjkirin, bi taybet piştî êrîşên dawî li ser gelên Rojavayê Kurdistanê.
Heso da diyar kirin ku di civînê de mijara girtina deriyê Sînor yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de jî hatiye nirxandin, hemû partiyên beşdarî civînê nerazîbûa xwe ji biryarê anîne ziman. Di derbarê tevlîbûna Kurdan ya Kongrê Cinêv ê de Heso got:"wek Kurdên Rojavayê Kurdistanê em ê bi herdû meclisên xwe di bin banê Desteya Bilind a Kurd de beşdarî civînê bibin".
Mistefa Meşayix cîgirê sekreterê Partiya Yekîtiya Demoqrtî a Kurd li Sûryê, diyar kir ku civîn bi awayekî erênî derbas bû û gelek mijarên giring hatin nirxandin.
Di civînê de êrîşên komên çekdar ser herêmên Kurdan hatin şermezar kirin, herwiha hat destnîşan kirin ku nabe tu hêza çekdar ji derveyî Komîtaya Ewlehî ya Pispor, li Rojavayê Kurdistanê were avakirin.
Her wiha di civînê de hate xwestin ku êrîşên çapemeniyên yên partiyên Kurdî li dijî hev werin rawestandin.
ANHA/QAMIŞLO