
Desteya Bilind a Kurd bi armanca nirxandina tevlibûna Kurdan a di civîna Cenewre 2 de û hin mijarên din ên girîng li navenda xwe ya li Qamişlo civiyan. Civîna ku ji çapemeniyê girtî bû zêdeyî 2 saetan dewam kir. Hat diyar kirin ku Endamê Desteya Bilind û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Endama Desteya Bilind a Kurd û Hevseroka Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed ji ber ku li derveyî welatbûne tevli civînê nebûne.
Piştî civîn bi dawî bû Endamê Desteya Bilind a Kurd Ehmed Silêman daxuyaniyek kurt ji bo çapemeniyê da. Silêman diyar kir ku wan di civînê de mijarên wekî tevlibûna Kurdan di civîna Cenewre 2 de, rewşa li Sûriyeyê û Rêveberiya Demî ya Rojava bi awayekî berfireh nîqaş kirine. Silêman destnîşan kir ku Desteya Bilind a Kurd dê di 14’ê mijdarê de civîna xwe ya asayî li dar bixe û encamên civînên xwe diyar bikin.
‘Dê nikaribin navbera Muslim û gel xirabikin’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku hin hêzên herêmî dixwazin di navbera Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û gelê kurd de nakokiyan derbixin.
Xelîl da zanîn tu plan dê nikaribin di navbera Muslim û gelê kurd de nakokiyan derbixin.
Der barê nûçeyên hin saziyên çapemeniyê yên herêmî ku dibêjin Hevserokê PYD’ê Salih Muslim gotiye Tirkiyê nema piştgiriya komên çekdar ên girêdayî El Qaîde dike, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji nûçegîhana ANHA’yê re axivî. Xelîl daxuyakirin ku Salih Muslim gotiye em hêvî dikin Tirkiye dest ji piştgiriya komên çekdar ên girêdayî El Qaîde berde berovajî kirin û li gorî siyasetên xwe şîrove kirine. Xelîl da diyarkirin ku nûçe bi awayekî plankirî bi armanca nakokiyan di navbera Muslim û gelê kurd derbixe hatiye belavkirin. Xelîl da zanîn ku ew berovajîkirina daxuyaniya Muslim şermezardikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu plan dê nikaribin di navbera Muslim û gelê kurd de nakokiyan derbixin.”
ANHA/QAMIŞLO
Beşdariya bi şert!
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê da xuyakirin ku ewê beşdarî konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê bibin. Lê belê ji bo beşdariyê hin şertan derdixînin pêş.
Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê, ku koma herî berfireh a mûxalefeta li dijî rêveberiya Esad şer dike ye da xuyakirin ku ewê beşdarî konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li bajarê Swîsre Cenevreyê bibin.
Koalîsyonê weke şertê beşdariya li konferansê xwest, destûr ji alîkariya însanî ya ji bo ji herêmên di bin dorpêça Esad de ne were dayîn û girtiyên siyasî bên berdan. Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir ku divê konferans di mijara guhertina desthilatdariya li welêt de bigihêje encamekê. Yekemcare Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê qebûl kir ku beşdarî konferansa li Cenevreyê bibe. Koalîsyonê li dû hevdîtînên li Stenbolê, ku du roj dewam kir qebûl kir ku beşdarî konferansê bibe. Berevajî koalîsyonê komên oldar ên radîkal li dijî beşdariya li hevdîtinên Cenevreyê derketibûn.
Piştî vê biryarê, fikar tê kirin ku di navbera hêzên Koalîsyonê û rêxistinên ser bi El Qaîdeyê de pevçûn zêde bibin. Rêxistinên oldar ên radîkal beriya niha dabû xuyakirin ku ewê beşdarên Cenevreyê ji gunehê xiyanetê ceza bikin.
Endamê Koalîsyonê Adîb Şîşkalî der barê mijarê daxuyanî da ajansa Reutersê û got, “Em hêvîdarin ku hevdîtinên li Cenevreyê dê bi hilweşandina desthilatdariya Beşar Esad bi encam bibe.”
Tê payîn civîna Koalîsyonê ya li Stenbolê îro jî dewam bike û bi serokatiya Ahmed Tumeh kabîneyek bê avakirin.
Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad jî dabû xuyakirin ku ew amade ne nûnerên xwe bişînin konferanseke bi vî rengî. Nayê zanîn ka rejîma Esad dê reaksiyoneke çawa bide vê daxuyaniya mûxalîfan a ji bo beşdariya konferansê.
Dema lidarketina Konferansa Aştiyê ya Cenevreyê jî hînê ne diyar e. Konferansa ku diviyabû di 23-24’ê Mijdarê de bihata lidarxistin, di rojên bihurî de careke din ji bo demeke nediyar paşve hatibû xistin. Tê payîn ev konferansa ku mûxalîf û rejîma Esad li dora heman maseyê kom bike, heta dawiya vê salê were lidarxistin.
Kerry: Biryara muxalefeta Suriyê gaveke mezin e
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê John Kerry, biryara Koalîasyona Netewî a Sûriyeyê ya tevlibûna konferansa Cenevre-2’ê wek pêngavek mezin nirxand. John Kerry di serdana xwe ya Abu Dabî de axivî. Kerry got ew biryara muxalefeta Sûriyeyê ya çûyîna Cenevreyê wek pêngavek mezin dibîne.