Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Otela Neva Palasê 4'emîn Kongreya Asayi pêk anîn, piştî axaftinên vekirinê û axaftinên mêvanan, raporên malî û xebatan hatin xwandin. Pişt re derbasî rojeva hilbijartinê bûn. Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan, wekî hevserokên nû hatin hilbijartin. Her wiha peyamên Hevserokê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tıncel ên ji girtigehan hatî, hatin xwendin.

Di hilbijartinê de dengê 141 kesî hat bikaranîn, hevseroka girtî ya partiyê Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan ê heta kongreyê wekî alîkar peywira xwe pêk tanî, wekî hevserokên nû yên DBP'ê hatin hilbijartin.

Di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de, 40 kes wekî endamên Meclisa Partiyê (MP) hatin hilbijartin.


DBP’ê dişopînin

Di vekirina kongreyê de Seroka Dîwana Kongreyê Leyla Guven, diyar kir ku xebatên DBP'ê ji nêzîk ve tên şopandin û got: "Ji ber ku ev partî bi rastî jî partiya gel e di bin êrîşên mezin ên dewletê deye û got: "DBP li hemberî êrîşên li ser Kurdistanê her ku diçe xwe bi rêxistin dike û mezin dibe. Ji ber hêza xwe rastî êrîşên pergalê hat. Pergalê qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Hevserokên partiyê girtin. Bê navber di bin êrîş û çavderiyê de ye. Ji ber ku muxalefeta sereke ye her dem dibe hedefa êrîşên îktîdarê. Ji ber ku tu carî serî natewîne û îteat nake êrîş didomin. Tevî hemû êrîşan hevalên me yên di bin baneyê DBP'ê de siyasetê dimeşînin, bi coşek mezin ev al heta îro anîn. Rêya me dirêj û zor e. Hevalên me bi vê zanebûn û hişyariyê rêya xwe didomînin. Ev partiya gel e. Ji ber vê yekê dikare hezaran rêveber ji nava xwe derxe." 


Li dijî êrîşan xwerêxistin kirin

Piştî axaftina Guven sînevîzyon hat temaşekirin. Piştre nameya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel hat xwendin peyama Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û peyama Hevkerokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hat xwendin.  Demîrtaş, di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û xwest gel li dijî hemû êrîşan li her qadê xwe bi rêxistin bikin. Demirtaş, anî ziman ku li her derê mezinkirina berxwedana li dijî faşizmê, bi rêxistinbûna gel pêkan e û ev jî bi perwerdehiyê û têrkirina bîrdoziyê pêkan e. 


Divê em bi ser kevin

Hevseroka BDP'ê ya girtî Sebahat Tuncel jî di peyama xwe de bal li ser armanca DBP'ê ya ji bo lidarxistina vê kongreyê û got: "Ji bo em di hemû qadên jiyanê de jiyanê xweş û azad bikin, di nav aştiyê de paşerojekê ava bikin, di îro de em destpêkeke nû pêk tînin." Tuncel aşkera kir ku ji bo pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn jî Konfederasyona Rojhilata Navîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye dikare bibe çareserî." Tuncel îşaret bi êrîşên dewleta Tirk jî kir û got: "Tê xwestin DBP'ê bigirin. Divê ev partiya bi hişmendiya Xweseriya Demokratîk tevdigere û teqez bi ser keve." 

Tuncel beşdarvanên kongreyê jî silav kirin û got: "Ez hemû hevrê û mêvanên ku beşdarî kongreya me bûne silav dikim. Min dixwest îro li wir xîtabî we bikira, lê mixabin ji ber polîtîkaya AKP'ê ya dîlgirtinê, ez li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya nameyekê dengê xwe digihînim we." 


 NAVENDA NÛÇEYAN