Piştî malbatê bi rêya barêzên xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Lîceyê da û dozgeriyê biryara pêşopandinê da, malbatê vê carê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê da. Lê Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Sîweregê jî bi sedema di fezlekeyê de neheqî tune serlêdana malbatê red kir. Prz. Rehşan Bataray Saman, der barê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn ziman ku wiha got: „Heyeta Dadgehê bi hinceta delîlên berbiçav tune“ serlêdana me red kir. Lê em dibînin ku rêyên hiqûqa Tirkiyeyê xetimiye. Li gel ku Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Abali Yuksel Şanliturk neheqî li malbatê kir jî dîsa der barê wî te tişten kenayê kirin. Hemû kes baş bûyerê zanin çawa pêk hatiye.
Rêvebera ÎHD’a Amedê Prz. Rehşan Bataray Saman, anî ziman ku ji ber serlêdanên wan bê encam mane û rêya hiqûqî ya Tirkiyeyê xetimiye ew dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Bataray, anî ziman ku li aliyekî malbat mexdûr dibe, li aliyê din rastî neheqiyan tê û li gel vê yekê serlêdan û îtîrazên wan li ber çavan nayên girtin û ji ber ku serlêdanên wan li ber çavan nayên girtin rêya hiqûqî ya Tirkiyeyê xetimiye. Bataray, destnîşan kir ku jiber rêyên hiqûqî yên Tirkiyeyê xetimiye dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Bataray, destnîşan kir ku heta niha li Tirkiyeyê der barê sûcdaran de tu tişt nehatiye kirin.

Oxir tê terorîzekirin

Piştî ku 4 mamosteyên ku endamên Egîtîm Sen’ê ne ji ber ku tevli bîranîna Ugur Kaymaz (12) yê ku bi bave xwe re bi 13 guleyan hate qetilkirin bi îdiaya „propagandaya rêxistinê kirine“ hatin girtin, careke din nîşan da ku Oxirê biçûk hê jî bi israr tê terorîzekirin. Lê têkoşîna malbatê ya hiqûqî jî didome.


METİN İNAN /DÎHA/AMED