Her çendî DYA li dijî vê yekê ye, lê rêveberiya Filistînî di vê biryara xwe de pêdagir (israr) e.
Li gor daxuyaniyên rayedarên Filistînî, wê rêberê Filistînê Mahmud Abbas di 20’ê Îlonê de serlêdana naskirina dewleta Filistînê di Civata Giştî ya NY’yê de pêşkêş bike.
Tê payîn ku wê Abbas di sêşemê de biçe Libnanê û wê bi rêveberiya Beyrûdê ku wê Serokatiya Konseya Ewlekariyê dewr bigire re hevdîtin pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Filistînî Ryad Malkî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û diyarkirin naskirina dewleta Filistînê ya ji aliyê NY’yê ve, pêkanîna berpirsyartiyên xwe yên ehlaqî, siyasî, dîorkî û zagonî ye.
Lê aliyê Îsraîlê bi awayeke germ nêzî kêşeyê nabe. Di daxuyaniya ji aliyê Nivîsgeha Serokwezareta Îsraîlê ve hat kirin de daxuyaniyên “Wê Filistîn ji vê hemleya xwe jovan bibe” û dibe hevdîtinên aşitiyê jî asten bibin, da.
Filistînî diyar dikin ku ji bo hevdîtina her du aliyan bi temamî raweste wana biryareke wiha girtiye û di vê demê de tu hevdîtinên bandorê li dewletbûnê bike nayên kirin..
Ji ber ku Îsraîlê rawestandina avahiyên li Şerîaya Rojava qebûl nekiribû, hevdîtinên aşitiyê yên di navbera her du welatan de hatibûn qûtkirin.
Bi ya Filistîniyan ger NY dewleta Fililstînê nas bike, wê zextên li ser dagirkeriya 44 salan Îsraîlê ya li ser xaka Filistînê zêde bibe.
BEYRÛD