Di vê derbarê de parlementerên partiya sosyalîst François Pupponi,ji ANf re axivî.
François Pupponi siyaseta hikûmeta tirk rexne kir û wiha got:  ‘Tirkiyeya ku ji aliyekî ve Kurdan qetil dike û ji aliyê din ve jî komkujiya Eremeniyan inkar dike ew nikare bikeve nava Yekitiya Ewropayê’
Di 22 Nîsanê de di tûra yekemîn a hilbijartinên serokomartiya Fransayê wekî dihate texmînkirin berendamê sosyalîst François Hollande, bi rêjeya ji sedî 28,63 ji dengan wergirt û reqîbê xwe serokomarê Fransayê Nikolay Sarkozy ku ji dengan 27,18’ bidest xistibû, li pey xwe hişt.
Polîtîkaya derve ya vî welatî ne aşkare ye, di kampanyaya hilbijartinan de di serî de mijarên aborî , hemû pirsgirêkên navxweyî rojeva bingehîn a berendaman bû. Kêmaniya herî mezin a propagandayên di dema hilbijartinên polîtîkaya derve bû. Bahara erebî, nakokiyên di navbera Israîl û Îranê de û aloziya Sûriyeyê bi carekê ji alî berendaman ve nehatin behs kirin.
Sarkozy, tevî ku di her firsendê de dijberiya xwe ya ji tevlêbûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê dianî ziman di van 5 mehên dawî ên hilbijartinan de behsa wê mijarê nekir. Di warê şer êli dijî Kurdan de bi rengekî aktîf xebitî û li dijî dezgeh û komeleyên Kurdan operasyonên berfireh kirin û ew wekî rêxistineke terorîst binav dikirin.

Divê ji Kurdan re rêzdar be 
Her wiha parlementerê Fransayê û rapoterê berê yê IMF Dominique Strauss-Kahn wiha ji ANF re axifî: Dê pêvajoyeke nû di navbera Tirkiye û Fransayê de dest pê bike. Berendamê sosyalîst Hollande jî di propagandaya xwe ya hilbijartinan de gotibû ku ew dê li dijî endamtiya Tirkiyeyê derkeve û wiha berdewam kir: Welatekî ku rêgirtinê ji kêmnetewyên xwe re negire xwesteka wî welatî a endamtiya Yekitiya Ewropayê nayê qebûlkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyekî ve Kurdan qeti dike ji aliyekî din ve qetilkirina ermeniyan inkar dike û rêzê ji kêmnetewên welatê xwe re nagire lewre jî ez li dijî tevlêbûna welatekî wiha bo Yekitiya Ewropayê me. 

MAXIME AZAD - ANF/PARÎS