Li Brîtanyayê bûyerên destpêkirî digel hemû tedbîrên polîsan jî her ku diçe mezin û berfirehtir dibin. Li paytext Londonê şev aram bû, lê li bajarên Nottingham, Manchester û Liverpool jî di nav de 7 bajar tevlihev bûn.
Pêr nîvê şevê li Liverpoolê pevçûnên dijwar çêbûn. Komeke bi qasî 200 kesî bi polîsan re şer kir. xwepêşandêran molotof û madeyên teqemeniyê bikar anîn. Nêzî 50 kesan hatin binçavkirin.
Li Manchesterê jî komeke nêzî 200 kesan lig elek deveran gelek kargeh dan ber talanê û wesayît û avahî dan ber êgir. Rayedaran destnîşan kirin ku ev bûyer bûyerên 30 salên dawîn ên herî mezin in û berdevkê polîsan anî zimên ku 7 kes hatine binçavkirin.
Li Birmingham û Wolverhampton a herêma West Midlands ciwan daketin kolanan û gelek der dan ber êgir û di encama çalakiyan de 36 kes hatin binçavkirin. Çapemeniya brîtanî ragihand ku li bajarên Salford, Nottingham û Leicesterê jî bûyer derketine û gelek kes hatine binçavkirin.

Kureishi: Dê li gelemperiya Ewropayê belav bibe!'

Nivîskarê brîtanî Hanîf Kureishi xwepêşandanên protestoyî yên ev çend roj in li Brîtanyayê belav bûne nirxand. Kureishi got; “London tenê destpêkek e, wê protestoyên ciwanan li gelemperiya Ewropayê belav bibin”. Nivîskar Hanîf Kureishi ku bavê wî Pakîstanî û dayîka wî Îngilîz e, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya La Repubblica de hat weşnadin de diyar kir ku ligel Tottenham a ku bûye navenda xwepêşandanan, li gelek semtên weke Sheperd’s Bush gelek ciwanên ku çek di destê wan de hene digerin û ev ciwanan e madeyên hişber bikar tînin. Kureishi destnîşan kir ku piraniya ciwanên ku beşdarî xwepêşandanên li Îngilîstanê dibin, zarokên herî feqîr û hejar ên civakê ne.
Nivîskar bal kişand ku sedemê xwepêşandana ciwanan a ku her diçe gurrtir dibe krîza aborî ye û gelek ciwanên ku temenê wan 30 sal in heta niha di tu karan de nehatine xebitandin û ne gengaz e ku ji niha û pêve jî bixebitin.
Nivîskarê brîtanî diyar kir ku ji bo hikûmet bikaribe pêşî li vê teqîna civakî bigire, divê veberhênana (razandin) zêde bike û got; “Lê mixabin, hikûmet jî weke Îtalya, Yewnanîstan û Spanyayê di krîzê de ye. Ji bo veberhênan pere tune ye. Ditirsim ku wê ev teqîn li gelemperiya Ewropayê belav bibe û ev tenê destpêk e.”
Nivîskarek din ê Îngilîz Mark Perryman ku di mijara tundiyê û futbolê de pispor e, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Îtalî Îl Manîfestyoê hat weşandin de got; “Ciwanên ku dahatûya wan hatiye dizîn hêrsa xwe bi ser cîhanê de dibarînin.” Perryman ragihand ku lehengên van xwepêşandanan ciwanên bajarên Brîtanyayê ne û destnîşan kir ku ew bawer nake ku kesên li ser Twitter û Facebookê bang dikin li pişt van bûyeran bin.

'Mark Duggan çek bikar neaniye'

Di bûyerên kul i Londonê dest pê kir û heta niha didomin de bi giştî 105 polîs birîndar bûne, 770 kes hatine binçavkirin, 2 kes jê hatine girtin û derbarê 105 kesan de doz hatiye vekirin.
Li milê din jî derket holê ku ciwanê 26 salî yê bi navê Mark Duggan ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin bi awayekî çekdarî êrîşî polîsan nekiriye û li hember polîsan çek bikar neaniye. Her çiqas Emniyeta Londonê gotibû li hember me çek b ikar aniye jî Teşkîlatya Polîsan a Serbixwe ev yek piştrast nekir û got, “ Tu nîşaneyeke ku Duggan çek bikar aniye li holê nîn e û çeka ku heye nehatiye bikaranîn.”

Hemû bûyerên li Brîtanyayê jî li ser şermezarkirina kuştina Mark Duggan ê 26 salî ku ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin derketin.

LONDON