
GÎZEM DEMÎR / MELEK OZMAN* JINNEWS/ STENBOL
Deepa Mehta ku bi wesîleya Rojên Fîlmên Kanadayê li Stenbolê ye, ji Fîlmmor û Uçan Supurgeyê, heta hezkiriyên sînemayê û jinên hezkiriyên sînemayê re hat cem hev. Ji sînemaya femînîst heta tecrubeya sînemayê ya xwe axivî. Deepa Mehtayê diyar kir ku divê hemû jin ji jidayikbûnê ve bibin femînîst.
Deepa Mehtayê behsa gefxwarinên kuştin û şîdeta piştî fîlmê Fîre (Agir) li Hindistanê kir û got, “Belê, çêbû lê derbas bû. Ez naxwazim xwe bikim leheng. Hêrs tiştekî baş e, lê ne alaveke erênî ye. Me fîlma Avê du caran kişand. Cara ewil ji aliyê dewleta Hindistanê ve hat astengkirin. Em hedefên hêsan bûn. Ji bo ji nû ve bikişînim 5 salan sekinîm. Hêrsa min mezin bû. Li gorî min fîlmeke der barê aştiyê de di dema hêrsê de divê neyê kirin. Piştî hêrsa min sekinî, 5 salan paşê min çêkir.”
Ti dewlet wê ji yên niha ne baştir bin
Deepa îşaret bi serweriya mêran a li hunerê sînemayê kir û got, “Sînema jî wek qadên din her tim bû kluba mêran. Ji bo jin bikeve sînemayê wek meydanên din gelekî zehmet e. Sînema wek formeke hunerî ne wek yên din e. Wek gotin, ‘ez ji xwe re muzîkê dikim’ mirov nikarin bibêjin, ez sînemayê dikim. Ji bo vê ekîb û ekîpman hewce ye. Gelek pere divê hebin. Sektoreke pirr biha ye. Her tim her der ji bo jinan zehmet e. Ji bo jinan her sektor zehmet e lê ya sînemayê zehmetir e.
Sînema zehmete lê mirov dikarin bendan bişikînin. Heger em bixwazin em dikarin bikin. Em dikarin bi telefona xwe fîlmê çêkin, zehmet e lê em dikarin bikin. Divê em nêrîna xwe biguherin û dest pê bikin. Şerê li jiyanê mayîn e. Mirov dikarin di rêya Gandî de biçin di ya Hîtler de jî biçin. Ez rêya Gandî ya bê şîdet tercih dikim. Divê em keçên xwe, kurên xwe û xwişk û birayên xwe xurt bigihînin. Ji ber ku her tişt di ciwaniyê de dest pê dike. Li gorî min ev girêdayî me ye. Fîlmên me çêkirîn, zehmet bûn. Dewletê astengî derxistin. Ti dewlet ji yên niha wê ne baştir bin. Ev şerê jiyanê wê her tim hebe.”
Em ji xwe dest pê bikin
Deepa Mehtyê di dewamê de got, “Li Hindistanê ji bo jiyana jinan zehmet bikin, çi ji destê wan tê dikin. Rojnamevanên jin bi xetereyan re rû bi rû dimînin. Rastî gefwarinên kuştinê tên. Tên qetilkirin. Di çapemeniya civakî de heqeret li wan tên kirin. Ne tenê li Hindistanê li her derê wisa ye.”
Deepa Mehtayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kuştinên jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê her roj jinek tê kuştin. Li Hîndîstanê her roj jinek rastî tecawizê tê. Atmosfera siyasî ya cîhanê populîst û netewperest e. Baviksalarî tê dewamkirin. Divê em li benda pêngavên mezin nemînin. Divê em ji xwe dest pê bikin.”
Deepa Mehta kî ye?
Li Hindistanê hat dinê. Ji Zanîngeha Delhiya Nû beşa felsefeyê qedand. Bi nivîsandina senaryoyên fîlmên ji bo zarokan dest bi sînemayê kir. Piştî Agir li Hindistanê hat nîşandan, paşê salonên sînemayê hatin şewitandin, piştî êrîş û tehdîdên kuştinê çû Kandayê. Agir, Av û Ax li Kandayê temam kirin. Di 1996’an de şirketa xwe ava kir û li Kanadayê dijî. Deepa Mehta çêkirina sînemaya femînîst dewam dike.
* Nûçegîhanên Nobedar ên JinNewsê
Di 20’ê cotmehê roja înê li Stenbolê em bi Deepa Mehtayê re hatin cem hev. Wê sibehê hişê me li ser hevalên me yên hatibûn binçavkirin bû. Jinên ne di navbera me, piştî hêviyên me yên me ji bo siberojan hêvî kir, dema em van hevokan dinivîsin du hevalên me yên di bin çavan de hatin berdan. Em hêvî dikin ku dema ev hevok bên xwendin hemû hevalên me yên di bin çavan de û girtî bên berdan. Cihê tu hevalên me tije nabe lê em li vir in, piştevaniya me heye. Me got her hewce be em nûçegîhan in. Nûçe em in, em ê nûçeyan çêkin û hevdîtinan bikin.