Yaşar: Li vir me 5 kesan ders dida. Hem me ders dida hem jî me xwe ji bo konservatuwarê amade dikir. Me dît qabîliyeta me hemûyan heye, me got ‘çima komeke muzîkê ya Mala Huner a Degîrmenê nebe?’ û me kom ava kir.

SADIYE ESER / MA / STENBOL

Komeleya Mala Huner a Degîrmenê, ligel xebatên xwe yên atolyeyên erbane, gîtar, tembûr, ney û bilûrê, plansaziya çalakiyên cuda jî dike. Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, di sala 2017’an de komek hunermend Komeleya Mala Huner a Degîrmenê ava kir. Mala huner ji roja hatiye avakirin bênavber dixebite. Di bin banê komeleyê de hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan xebatên cur bi cur tên kirin. Ji şanoyê heta dansê, ji tembûrê heta gîtar atolyeyê hene û her wiha di bin banê komeleyê de Koma Anonîm a muzîkê jî hatiye avakirin. Ji avakarên komeleyê Esra Çagin û endamê Koma Anonîmê Alî Mûrat Yaşar bal kişand ser xebatên mala huner.

Hejmara atolyeyan zêde bû

Çagin, diyar kir ku wan par xebatên xwe bi hin atolyeyan dikir, lê belê îsal wan hejmara atolyeyên xwe zêde kiriye û got, “Par jî Şanoya Ûmûda Yolcûlûk hebû îsal jî heye. Îsal hin hevalan Koma Anonîm a muzîkê ava kir. Niha em hewl didin wê bi pêş ve bibin. Her wiha li dersan dersa kemanê jî hat zêdekirin. Niha dersên me yên keman, erbane, bilûr û neyê hene. Ligel vê dersên tembûr, drama û psîko dramayê jî hene.”

 

Bê sînema nabe

Çagin, diyar kir ku li kêleka mala huner polên perwredehiyê hene û got, “Em li wir ji bo dersên dibistanê alîkariya xwendekarên zanîngeh, lîse, dibistana navîn û seretayî dikin. Ev atolye wê zêde bibin. Ji xeynî vê, em ê hin çalakiyên cuda jî li bernameya xwe zêde bikin. Em ê di pêş de sînemayê jî lê zêde bikin û gotûbêjan bikin.”

Her wiha Çagin, da zanîn ku derûnnaseke wan jî heye û bi alîkariya derûnas peywendiyê bi zarokan re datînin û got, “Her yekşem saet di 17:00’an de wê li Mala Huner ya Degîrmenê şano bê lîstin. Wê di 10’ê Sibatê de ji bo zarokan şano hebe û wê ev mehekê dewam bike.”

Muzîka Koma Anonîmê

Endamê Koma Anonîmê, Alî Mûrat Yaşar jî, destnîşan kir ku ji roja ku mala huner ava bûye ve, ew beşdarî gelek çalakiyan bûye û got, “Li vir me 5 kesan ders dida. Hem me ders dida hem jî me xwe ji bo konservatuwarê amade dikir. Me dît qabîliyeta me hemûyan heye, me got ‘çima komeke muzîkê ya Mala Huner a Degîrmenê nebe?’ û me kom ava kir.”

Yaşar, got Koma Anonîm çalakiya xwe ya ewil 6’ê Çile li dar xistiye û niha ew xebatên xwe yên ji bo repertûwar û deng didomînin.