Rêveberiya DYE’yê, êrişa li dijî keştiyên bazirganiyê yên li Kendavê, Îranê berpirsyar dibîne. Rêveberiya DYE’yê ragihand ku ew ê delîlên di vî warî de pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bike. Pompeo jî bi daxuyaniyekêî îdîa kir ku Îranê bi van sabotajan xwestiye buhayê petrolê zêde bike.
Li peravên Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, beriya bi du hefteyan li dijî çar keştiyên bazirganiyê yên welatên cuda, sabotaj hatibû kirin. Ti hêzê berpirsyariya bûyerê li xwe negirt, lê belê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û gelek welatên Ereb ên li herêmê, Îran ji êrişê berpirsyar nîşan da.
Ji afirînerên polîtîkayên tund ên rêveberiya Trump ên li dijî Îranê, Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî John Bolton, careke din Îran berpirsyar nîşan da. Bolton ji rojnameya Brîtanî The Guardian re axivî û îdîa kir, ‘bi delîl be yan jî bê delîl be’ her kes dibêje, Îran li pişt êrişê ye.
Bolton diyar kir ku delîl hene ku nîşan didin li pişt sabotajan Îran yan jî hêzên ku Îran piştgiriya wan dike, hene û got, ew ê van delîlan pêşkêşî KENY´ê bikin. Çav li rê ye ev delîlên hanê hefteya bê bên pêşkêşkirin.
Îranê xwest petrolê buha bike
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Mike Pompeo jê ji êrişa dijî keştiyên petrolê Îran berpirs dît û got, armanc zêdekirina buhayê petrolê ye.
Pompeo li daxuyaniya Bolton xwedî derket û got Bolton ‘’mafdar e’’. Pompeo got, ‘’Îran li pey wê ye ku li hemû cihanê buhayê petrolê zêde bike’’.
Pompeo, beriya serdana Berlînê bike, ji çapemeniyê re axivî.
Sabotaj li peravên lengergeha Fucreyê ya têketa Kendavê ya bi ser Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî li dijî 4 keştiyan pêk hatibû ku 2 ji van keştiyan ên Siûdî bûn.
Bolton gotibû ‘’bi îhtîmaleke zêde mayinên bin deryayî yên Îranê’’ keştî kirine hedef.
WASHINGTON