Nûnerê Rojava li Parîsê Dr. Xalid Îsa, Bijîşk Abbas Mansouran li Parîsê bi daxuyaniyekê dan zanîn ku belge û delîlên nîşan didin dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar anîne, hene û wan ev belge dane aliyên navneteweyî.
Berdevkê YPG´ê Nûrî Mahmûd jî got, dewleta Tirk di dema şerê dagirkeriyê de sîlehên qedexekirî yên berê DAIŞ´ê bi kar dianîn, bi kar anîne, di destê wan de belge hene û divê dewleta Tirk li Den Haagê bê dadgehkirin.
Nûneriya Rojava ya li Fransayê û CDK-F´yê li Şaredariya Departmana 2´yê ya Parîsê li ser sîlehên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker û qirker li Rojava bi kar anîne, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de mîkrobiyolog û epîdemîyologê Bijîşk Abbas Mansouran ê demeke dirêj li Bakur û Rojhilatê Sûrî wezîfe kir, û nûnerê Rojava yê li Fransayê Dr. Xalid Îsa amade bûn û agahiyên xwe kite bi kite bi çapemeniyê re parve kirin. Agahî piştrast dikin ku dewleta Tirk sîlehên kîmyewî ji bo dagirkeriya xwe bi kar anîne. Herduyan got, wan belgeyên vê gihandine aliyên navneteweyî, lê nerazîbûn û dengêniya diviyabû bi civaka navneteweyî bikeve, çênebûye.
Piştî êrişa dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a 9´ê Cotmeha 2019´an li dijî Serêkaniyê û Girêspiyê, rojnameya me jî tê de gelek rojname û saziyên çapemeniyê yên navneteweyî jî behsa bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk kiribûn. Gelek pisporan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî ev rewş piştrast kiribû. Lê belê herçî dewlet, saziyên navneteweyî bûn, wan xwe li vê yekê kerr û kor kir.
Tirkiyeyê sûcê şer kir
Daxuyaniya çapemeniyê ya doh, xwest hin rapor û belgeyên 10´ê Çileyê 2020´an zelal bûyî bi raya giştî re parve bike. Di civîna ji bo çapemeniyê de pêşî nûnerê Rojava Dr. Xalid Îsa peyivî. Wî got, êrişên dewleta Tirk bi rêya çeteyan hîna jî dewam dikin û got, bêdengiya beramberî van êrişan jî ne ya qebûlkirinê ye. Dr. Xalid Îsa da zanîn ku wan li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk gelek dane kirine rapor, ev rapor jî gihandina saziyên navneteweyî, lê tevî vê jî ti gav nehatiye avêtin, ti tişta nû neqewimiye. Wî bi zelalî got, “Tirkiyeyê sûcê şer kiriye.”
Piştre Bijîşk Abbas Mansouran li ser sîlehên kîmyewî yên di dema dagirkeriya qirker a dewleta Tirk de hatine bikaranîn got, Înîsiyatîfa Bergiriyê 10´ê Çile raporek weşandiye. Wî got, di vê raporê de bi rêya analîzên hatine kirin, hatiye belgekirin ku dewleta Tirk fosfora spî ya ku Saziya Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî ya Navneteweyî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî (NY) qedexe kiriye, bi kar aniye. Wî di daxuyaniya xwe de got, wan ev belgeyên hanê 20´ê Çileyê 2020´an daye OPCW´yê jî.
Sîlehên kanserojen bi kar anîn
Lê di daxuyaniyê de em fêr dibin ku raporê her wiha belge kiriye ku dewleta Tirk sîlehên kanserê belav dikin jî bi kar anîne. Bijîşk Abbas Mansouran li ser mijarê wiha peyivî: “Gelek bombeyên dewleta Tirk di êrişa piştî 9´ê Cotmehê de bi kar anî, xwedî wê xisleta belavkirina kanserê bûn. Nexasim li ser wan birîndarên li Başûrê Kurdistanê hatin dermankirin, gelek saziyên navneteweyî jî lêkolîn kirin.” Wî got, pirraniya van birîndaran jî sivîlên ji Serêkaniyê û Girêspî bûne û wiha dewam kir: “Di gelek lêkolînên me kirî û raporan de hatiye piştrastkirin ku dewleta Tirk sîlehên kîmyewî bi kar anîne.” Bijîşk Abbas Mansouran wekî din xwest dewleta Tirk tavilê ji ber vî sûcê şer li ber Dadgeha Suc a Navneteweyî bê dadgehkirin.
Piştî daxuyaniyê sînevîzyoneke li ser nexweşxaneyeke di dema şer de xizmeta birîndaran dikir, hat nîşandan.
Delîl û belge hemû hene
Berdevkê YPG´ê Nurî Mahmut jî li vir axivî û got, “Di dema şer de bombeyek diavêtin, vê rê li ber sed teqînan vedikir. Ev sîlehên qedexekirî bûn. Beriya dewleta Tirk di destê DAIŞ´ê de jî ev sîleh hebûn. Piştre Tirkiyeyê dest bi bikaranîna wan kir. Niha jî ew wan dide çeteyên xwe da ku li dijî xelkê deverê bi kar bînin. Di destê me de belgeyên vê yekê hemû hene.” Nûrî Mehmûd jî got ji bo dadgehkirineke navneteweyî di destê wan de delîl û belge hemû hene.