MUNZUR DERSIM / ANF / HEWLÊR

Herêm Mehmûd ku ji bo tecrîd bi dawî bibe li Kelara ser bi Germiyanê ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, çû serdana Endamê Meclîsa HDP’ê Nasir Yagiz ê 164 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Herêm Mehmûd û Nasir Yagiz got, êdî dem ne dema gotinê ye, dem dema berxwedanê ye

Herêm Mehmûd piştî serdanê got, wî hêz ji dîtina Nasir Yagiz girtiye: “Bi rastî dîtina Nasir ji bo min hêzek û serketinek pirr mezin bû. Ji bo ku em zûtir serketinê bi dest bixin divê ku gelê me xwedî li van çalakiyan derkeve û berxwedana xwe xurt bike.”