KNK, YNK, Goran, PYD, PJAK, KODAR û Komala jî di navê de, 70 partî û rêxistinên siyasî û civakî bang li civak û saziyên navneteweyî kirin, ku meydana hewayî ya Rojava li firîna balafirên şer qedexe bikin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk bi binpêkirina qanûnên navneteweyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye, sivîlan bomberdûman dike û hate go tin, “Ji gotinan bêhtir dem dema kirinê ye. Divê bi lezgînî endametiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bi yekser were cemidandin.
Di pêngava duyemîn de Tirkiyê ji NATOyê were derxistin.”
NAVENDA NÛÇEYAN