“Êdî dem dema serketinê ye. Serfirazî nêzî me ye û êdî hûn ê xwe bigihînin wê. Bi baweriyeke xurt dakevin meydanê û di êvara 24’ê Hezîranê de wê xelata demokrasiyê ya hêja diyarî welat bikin.”

Namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku hê jî di girtîgehê de ye, peyamek şand civîna nasandina namzetên parlamenteriyê ya partiya xwe. Demîrtaş got “Êdî dem dema serketinê ye.”

Peyama ku Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê şand di civîna nasandina namzetan de hate xwendin.

Demîrtaş wiha dest bi  peyama xwe kir: “Hevalên min ên ezîz ên ku biryar dane têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bi parlamenteriya di bin banê HDP’ê de bidomînin;

Ji ber vê biryara we ya bi rûmet û wêrek ez we pîroz dikim û we hemûyan silav dikim.”

Hûn dikarin civakê azad bikin

Demîrtaşê îşaret bi rewşa krîtîk a têkoşîna ji bo azadiyê û demokrasiyê kir û wiha dewam kir: “Di vê qonaxa krîtîk a têkoşînê de, piştgiriya we ya ji bo têkoşîna HDP’ê, dikare qedera hemû bindestan biguherîne.

We berpirsyariyeke giran wergirtiye ya ku dikare civakê azad bike û di meşa demokrasiyê de astengiyan ji holê rake.

Di têkoşîna me ya siyasî de hilbijartinên 24’ê Hezîranê êdî rewşeke krîtîk e. Ji bo ku em van hêviyan bikin destketiyeke mayînde, ji sibê û pê ve hûn ê li meydanan bin.”

Sembolên berxwedana li dijî faşîzmê

Demîrtaş di biwara elaqeya ciwan, jin û kedklaran de got, “Ez bawer dikim ciwan, jin û kedkar wê elaqeyeke germ nîşanî we bidin. Ji ber ku hûn nûnerên gel in û hûn sembolên berxwedana li hemberî faşîzmê ne.

Bi dîsîplîna partiyê, rêgezên demokratîk ên hevpar ên HDP’ê û bi berpirsyariyeke mezin li her derê hûn ê bi rêxistinî tevbigerin û bi zimanê hevpar ê aştî û wekheviyê hûn ê barê kampanyayê hilgirin.”

Em ê serbilind bibin

Demîrtaş girtîbûna xwe ji xwe re nekir asteng û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Li vê hucreya me, em ê we bi kêfxweşî û bi heyecan bişopînin. Her ku me dît hûn hêviyê didin gelê me, hucreya me wê ronî bibe û bi her gava we re, em ê serbilind bibin.

Êdî dem dema serketinê ye. Serfirazî nêzî me ye û êdî hûn ê xwe bigihînin wê. Bi baweriyeke xurt dakevin meydanê û di êvara 24’ê Hezîranê de wê xelata demokrasiyê ya hêja diyarî welat bikin.

Ez bawer dikim, hûn dikarin bikin. Bila rêya we vekirîbe. Ez careke din we hemûyan pîroz dikim.”

ENQERE