Dem dema enerjiya rojê ye
Li dinyayê enerjiya petrolê hem dinyayê qirêj dike hem jî roj bi roj kêm dibe. Ji lewra jî mirov bêhtir bala xwe didin ser enerjiyên alternatîf. Yek ji van enerjiyan jî ya rojê ye. Enerjiya rojê xwezayê jî paqij dihêle. Bi şewba koronayê re gelek tişt ji nû ve têne guftûgokirin. Li Elmanya û Ingilistanê di dema şewba koronayê de hat dîtin hewa paqij dibe û di vê demê de para bêhtir enerjiya rojê hat bikaranîn. Ji ber ku panelên rojê karîbûn bi hêsayî tîrêjên rojê bibînin.
Li Rojhilata Navîn tevî ku petrol heye jî nikare jê sûdê bigire. Bêhtir zirhêz ji vê sûdê digirin. Tevî vê, welatên Rojhilata Navîn ji enerjiya rojê û bê jî sûdê nagirin. Piraniya welatên Rojhilata Navîn rojê baş dibînin û dikarin gelekî jê sûdê bigirin. Li şûna vê bendavên têne avakirin, hem zirareke mezin didin xwezayê û hem jî erdekî mezin bêkêr dikin û di bin avê de dihêlin.
Li gorî nûçeya Webteknoʼyê, di vê demê de ku ezman sayî bû û hewa paqij bû, li Elmanyayê 32.227 GW enerjî bi dest xwe ve anî. Ingilistanê jî 9.68 GW enerjî hilberand. Bi vî awayî, Elmanyayê ji sedî 40 û Ingilistanê jî ji sedî 30 enerjiya xwe bi dest xist. Pêşbînî heye ku Elmanya bi van cure enerjiyan di dema bê de ji sedî 80 enerjiya xwe tedarik bike.
Gelek kes wer bawer dikin ku divê ji bo van panelan dinya gelekî germ be, lê wilo nîne, ji bo van panelan dinya rohnî be û tîrêjan bibîne bes e, ango dikare dinya jî hênik be. Ji lewra dema dinya paqij bû, panelan jî bêhtir rohniya rojê dîtin. NAVENDA NÛÇEYAN