Xerîb Hiso: Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe. Divê her kes baş bizane ku em ê bi yekdengî gelên xwe biparêzin.
ERSÎN ÇAKSÛ / ANF/SERÊKANIYÊ
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li gel gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, sewqiyata leşkerî ya li ser sînor jî didome. Herî dawî Erdogan ji bo êrîşeke gengaz got, ‘bi qasî îro yan jî sibe gelekî nêz e’. Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Xerîb Hiso der barê gefên Erdogan ji ANF’ê re axivî û got, “Eşkere ye ku Erdogan biryara şer wergirtiye.
Xerîb Hiso gefên dagirkeriyê weke ‘Plana Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê’ pênase kir û got:” Li gorî qanûnên navneteweyî Erdogan sûc dike. Ji bo komkujiyê bang dike. Em ê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ev gef û mejiyê dagirkeriyê yê Erdogan ji Osmaniyan tê. Dixwaze vê yekê niha jî bidomîne. Ji ber ku heta niha her tişta kir jê re ma, niha jî bi hêsanî gefên xwe didomîne. Ji ber ku hesab jê nehate pirsîn cesaretê dibîne ku komkujiyên nû bike.”
‘Çetekariya Erdogan teşhîr bû’
Xerîb Hiso di dewama axaftina xwe de anî ziman ku hêzên navneteweyî, her wiha rejîma Sûriyeyê jî pêwîstî pê nedîtin ku qanûnên navneteweyî bînin bîra dewleta Tirk û wiha pê de çû: “Sedema zêdegaviyên wê ev e. Erdogan li dijî gelê kurd, gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryara komkujiyê daye. Divê gelên Tirkiyeyê bizanin ku Erdogan ji bo krîza li welatê xwe, ji bo krîza li nava partiya xwe ji holê rake hewl dide şer bide destpêkirin. Lê belê çareseriya krîzên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê ye, ne li Sûriyeyê ye. Di şerê Sûriyeyê de Erdogan tevî hemû hewldanên xwe yên bi rêya çeteyan kir têk çû. Talan, teror û çetekariya wî li tevahiya dinyayê teşhîr bû. Niha jî dixwaze bi rêya talan, çetekarî, teror û dagirkeriyê encamekê werbigire. Dema ku em dibêjin sûc dikin, mebesta me ev yek e. Li pêşiya tevahiya dinyayê gefan dixwe, planên dagirkerî û komkujiyê nîşan dide. Tevî ku her kes metirsiyê dibîne jî kes tiştekî li dijî vê yekê nake.”
‘Êriş wê dawiya rejîmê jî bîne’
Xerîb Hiso bal kişand ser helwesta gelên herêmê li dijî dagirkeriyê û got: “Bi çalakiyên xwe, bi siyaseta xwe û bi parastina xwe li dijî vê yekê li ser pêyan e. Lê belê civata navneteweyî bêdeng e. Divê her kes bizane ku em ê bi yekdengî gelên xwe biparêzin. Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe. Di demekê de ku Erdogan gefan dixwe, rejîma Sûriyeyê jî QSD’ê dike hedef. Ev jî nîşaneya plana hevpar e. Li pişt wan jî Îran û Rûsya hene. Vî planî bi rengekî hevpar pêk tînin. Ev hêzên qala wan tê kirin dibe ku li ser tunebûna me hin hesab kiribin. Lê belê wê di nava xwe de jî şer bikin û temenê rejîmê jî kurt dikin. Sûriye dikeve nava pêvajoyeke biryardanê. Ji ber ku her kes dizane rejîma Sûriyeyê ji koalîsyoneke sêalî pêk tê. Yek ji van şîa, beşek jê sûnî û ya din jî yên berê xwe li Ewropayê ne. Bi êrişeke gengaz re rejîm wê ji bo tunebûna xwe jî gavê biavêje. Ji ber ku ev gav tenê li dijî me nîne.”
Ger em nebin yek
Herî dawî jî hevserokê TEV-DEM’ê ev bang li gelê kurd û gelên herêmê kir: “Em bang li raya giştî ya kurd dikin ku li dijî gefên tên xwarin bi hestyar bin. Erdogan û tifaqa wî ya faşîst dibêje li ku deverê kurdek hebe em ê bixin binê axê. Ger em nebin yek, ger em xwedî li hev dernekevin wê dor were her kesî. Ger em bi yekdengî xwedî li hev dernekevin wê raya giştî ya navneteweyî jî bêdeng bimîne. Banga me li hemû partiyên kurdistanî ew e ku bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Herêm bi faşîzmeke mezin re rû bi rû ye. Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Ereban û welatên ereb dikin ku divê bibînin ev metirsî li dijî her kesî metirsiyeke mezin e. Dem dema rawestandina faşîzmê ye.”