Şandeyeke nûnertiyên PYD û Kongra Star ên Herêma Kurdistanê, çûn serdana partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Di serdanan de li ser girîngiya helwêsteke yekîtiya hêzên Kurdistanî hat rawestîn.

Hevdîtinên şandeya PYD û Kongra Star di navbera 12 û 16’ê Gulanê de çêbûn.

Endamên şandeyê bi rêzê Mekteba Pêwendiyên Partiyên Kurdistanî ya YNK’ê, Rêxistina Kurdistanê ya Hîzba Komînîst a Îranê, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Yekgirtû Îslamî, Navenda Lêkolînên Siyasî ya Çavê Kurd ziyaret kir.

Nûnertiya PYD’ê ya Herêma Kurdistanê di hevdîtinan de rewşa dawî a li herêmê, rewşa Suriyê, girîngiya rizgarkirina Efrînê û bûyerên din ên li herêmê gotubêj kirin. Her wiha di hevdîtinan de hemû aliyên siyasî li ser helwêsta neteweyî û girîngiya wê rewestiyan û wan destnîşan kir ku divê ev peywendiyên di navbera aliyan de bidomin.

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ