Salih Cuma PÎR
Li Tirkiyeyê hilbijartinek wê bibe. Ev hilbijartin ji bo Kurdan wê bibe hilbijartina bûna xwedî helwêst beramberî Tayyip Erdogan û desthilatdariya AKP´ê yên ku her roj dibêjin ‘yek û yek’ û li kû derê destketiyeke Kurdan hebe, dijminatiya wê dikin.
Helwêsteke bi vî rengî beriya her tiştî ferzeke Kurdbûn û welatparêzbûnê ye. Lewma, mirov li dijî xisleta dijminatiya Kurdan û faşîst a Tayyip Erdogan û tifaqa AKP-MHP´ê nebe xwedî helwêst, mirov ne dikare bibe welatparêz û ne jî Kurd. Ji ber ku dijminatiya li dijî Kurdan a van 4 salên dawî, di dîroka Komara Tirkiyeyê de ti demê nehatiye dîtin. Di vê demê de neteweperestiya şoven qirrkirina Kurdan bi rê ve biriye. Lê belê ti demê din evqasî nekirin amûra qirrkirinê. Desthilatdariya AKP´ê demekê ji bo ku bibe desthilatdar û desthilata xwe qehîm bike, hestên dînî yên gelê Kurd û hesreta wî ya demokrasiyê îstîsmar kir.
Niha jî dîn ji bo qirrkirinê dike amûr û dijminatiya demokrasiyê tê kirin. Gelê Kurd wê li dijî vê durûtiyê û xapandinê jî helwêsta xwe nîşan bide. Divê neyê gotin ku helwêst têrê nake. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de girîng e ku li serê herî pêşî li dijî şaşî û dijminatiyan mirov bibe xwedî helwêst. Nexasim jî di rastiya Kurd de nîşandana vê helwêstê girîngtir e jî. Têkoşîn jî tenê li ser esasê diyarkirina helwêstê bi pêş dikeve.
Helwêsta li dijî faşîzma AKP-MHP´ê ya di hilbijartinan de wê ji bo bipêşxistina têkoşîna paşê de bibe zemînekî gelekî girîng. Ji bo ku mirov li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê û lîderê wê yê faşîst bibe xwedî helwêst ewqas sedem hene ku mirov wan bike rêz jî dawî li wan nayê. Di ti demê de dijminatiya li dijî Kurdan evqasî eşkere nehat kirin. Ev sed sal in ji bo ku Kurdan bixapînin şerê taybet, şerê psîkolojîk meşandin.
Bi wî rengî ku êdî pêdiviya wan bi ti nixumandinê, rûpoşê nemaye, eşkere dijminatiya Kurdan tê kirin. Rêberê Gelê Kurd di paraznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekî de di beşa li ser Rojhilata Navîn de vê tesbîtê dike; "Despotîzma Rojhilata Navîn pêdiviya xwe bi ti rûpoş û nixumandinê hîs nake, bi xwe çi be wisa jî tevdigere." Tifaqa faşîst a AKP-MHP´ê û lîderê tifaqê niha tam weke despotên Rojhilata navîn tevdigerin. Vê yekê jî ya esas, ji bo ku qirrkirina Kurdan bibin serî, dikin.
Nedîtina mîna hevkariya qirrkirina Kurdan nedîtina tifaqa AKP-MHP'ê tê wateya çavgirtinê. An tê wateya cahiltiya ku nizanibin polîtîkayên AKP-MHP'ê ka tên çi wateyê. Kurd ev 95 sal in di bin êrişên qirrkirinê de ne. Xetera ji bo Kurdan di ti demê de mîna roja me mezin nebû. Ya rastî, mîna pêvajoya Şerê Cihanê ê Yekemîn xetereke mezin heye. Lê belê ev xeter roja me ya îro xetera birina serî ya siyasetên qirrkirinê ye. Ji ber vê yekê, li dijî karakter û feraseta hevkariya faşîzma AKP-MHP'ê ku li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin, pêwîstî bi nîşandana helwêstê heye. Dijminatiya Kurdan a hevkariya AKP-MHP’ê, beyî ku pêwîstî bi guftûgoyê hebe, zelal û li ber çavan e. Ew ê êrişkariya xwe roja me ya îro hîn zêdetir bike. Her wiha beriya hilbijartinê jî ew ê êrişan zêdetir bike. Çawa ku dagirkirin û êrişa li dijî Efrînê ji bo bandorkirina li encamên hilbijartinan bû, êrişên ji niha û pê ve jî bi heman mebestê wê werin rojevê.
Dema dijminatiya li dijî Kurdan û hesabên mayîna li ser desthilatdariyê dibin yek, tiştekî ku ev êrişkarî neke, namîne. Hêzên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê jî ev karakterê desilatdariya AKP-MHP'ê fêhm kiriye.
Ji ber vê yekê jî timî dibêjin, beriya hilbijartinê wê provokasyonên nû rûbidin. Ev hêza ku ji bo desilatdariya xwe, her rê û rêbaza kirêt bi kar tîne, heta şer mîna amûreke mayîna li ser desthilatdariyê bi kar tîne, Kurd li aliyekî xêra wê li ti beşên civakê yên Tirkiyeyê nabe. Desthilatdariyeke ku li ser Tirkiyeyê bi qumarê dileyize, heye. Li dijî tevahiya gelê Tirkiyeyê şerê psîkolojîk tê meşandin.
Rojane komployeke vê desthilatdariyê li dijî Tirkiyeyê pêk tê. Tayyip Erdogan dibêje, 'ti kes nikare li ser Tirkiyeyê operasyonê bike.’ Lê rojane ew çend operasyonan bi hev re dimeşînin. Ji ber vê yekê jî civak û gelê Tirkiyeyê ji ber operasyonên Tayyip Erdogan û AKP'ê hişê xwe wenda kiriye, şaş bûye.
Desthilatdariyeke ku li dij gelê Tirkiyeyê, lîstikên hevqasî kirêt bi kar bîne, gelo li dijî Kurdan wê çi neke? Nexasim jî, jixwe, heger ev desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku li ser bingehê dijminatiya Kurd ava bûyî be! Ji ber vê yekê Kurd divê di hilbijartinên li pêşiya me de li ser sindoqê helwêsta xwe ya li dijî vê desilatdariyê herî zelal û bilind nîşan bidin. Dem ew dem e ku Kurd bibin xwedî helwêst

Desthilatdariyeke ku li dij gelê Tirkiyeyê, lîstikên hevqasî kirêt bi kar bîne, gelo li dijî Kurdan wê çi neke? Nexasim jî, jixwe, heger ev desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku li ser bingehê dijminatiya Kurd ava bûyî be! Ji ber vê yekê Kurd divê di hilbijartinên li pêşiya me de li ser sindoqê helwêsta xwe ya li dijî vê desilatdariyê herî zelal û bilind nîşan bidin.