Her mirov derbarê bûyer û tiştan de xwedî dîtinek diyalektîkî ye. Ya girîng ewe ku mirov bikaribe vê dîtina xwe bi hişmendiyek felsefî estetîze bike; bêyî bikevê qalibekî mîstîk û mêjiyê kozmopolît vebêje. Eger rastî di vê çarçovê de neyê vegotin, hingî rastî dikevê ber şibaqa biwêjên ne stewihayî û pûç dibe. Hiş û ramanê pûç xwediyê xwe jî pûç dike. Di demeke ku “paşverûtiya îdealîst”, ji bo serketinê bidestbixwe, her cûre rê û rêbazan bikartîne, ji her kesî bêhtir, divê mirovên Kurd, ji ideala subjektîf û mêjiyê kozmopolît bireve.

Gelê Kurd, li dijî xezeba sedsalê têkoşînê dike. Ev xezeb li Rojava û Başûr DAIŞ e; li Bakur jî faşîzma reş ku rengê xwe di “paketa ewlekariya hundir” de eşkere dikê ye. Faşîzm, di her serdemê de, xwe li ser nakokiyên sîstema kapîtalîst xwedî kiriye. Em dikarin faşîzmê wek “bêeslîtî”ya îdealîst gunehkar jî bikin, lê me dît ku nasyonalîzma Hîtler jî, şuîtiya Saddam jî, netewparêziya Ewren û yekparêziya Erdogan jî, xwedî wê hêzê ye ku beden û mêjiyê mirovan dagirbikin e. Ev dagirkerî, pirr hêlî ye ya herî xerab xurt kirina “ezî” ye. Ezî, di beden û mêjiyê mirov de sektora herî dijwar e. 

Dema ku Ocalan gotinên “Kurd, gelê di zîndana cîhanê de ye. Ji her cûre delalî, evînê hatiye qutkirin” bi kar tîne, balê dikişîne ser vê mijarê. Ev tê wateya ku kesayeta Kurd ji her cûre tiştên ademî-însanî hatiye qutkirin. 

Lê îro, ciwanên Kurd, “metafîzîka Kurd” dinivîsin; medya Kurd jî, bi “hêza alternatîf” binbarî û berpirsiyariyên xwe “bîhaqqin” tîne cih. Bêyî ku di bêrma populîzmê de mêjiyekî korîk derbixê holê, di “sîlsîle”ya muhakemekirina hişmendiyê de, 4 stunên (zelalî, rastî, sadeyî û direct), bêyî ku di qalibê 3 Ç, 3 K de bimîne, tîne cih. 

Di eniya siyasî de “das” fereh hatiye avêtin û encam jî ber bi hêviyên baş ve diçe. Eniya sêyemîn û ya herî bi hêz, civak e... Civak, bûye çavkaniya her serketinê. Ev her sê xelek, “kozmogoniya Kurd” e û rengê asoyên paşerojan diyar dike. Eniyeke din jî heye ku herî zêde tê nîqaşkirin. Intelîjansiya Kurd... Eniya herî bi komplîkasyon e, bi tirsê pêçayî ye. Tirs jî “siyaset û alîgîrî”ye. 

Bi gotina sosyologan, “bêalîtiya rewşenbîr” felcbûn e. Lê dema rewşenbîr, entelektuel kete rewşa “ezî”, hingî gotinên me yên di destpêkê, dibine xwedî wate. Her entelektuel, her rewşenbîr, di pêvejoya destîniya gelê xwe de, “mecbur e” rol û misyona xwe bilîze. 

Li Kurdistanê şoreş çêdibe û pêdiviya şoreşan bi “mirovên ronesansê” heye. Di vî alî de, barê herî giran dikevê ser medya û eniya rewşenbîr. Ti hişmendî û hewngîrî nikare li derî rastiya cîhanê bimîne. Rastiya cîhana Kurd jî, dibin tirsa faşîzma derve û hundir de ye. Mafê ti kesî jî nîne ku ji rastiya Kurd bireve. 

Ez behsa kesên ku Puşkîn wan bi gotina “kesên li pêşberî pûtan serê xwe ditewînin / parsekiya zincîr û pereyan dikin” nakim. Kesên ku jiyana efsûnbazî bijartine, li dora paşverûtiya îdealîst kom bûne, li derî mijara me ne. 

Kiryarên mirov, “belgeyên mirov” in. Waqanivîsên jiyana mirov in. Ev rastî di edebiyatê de, di siyasetê de, di lêkolînan de, di rojnamevantiyê de naguhere. Sedema ku ji bo rexnegîran dibêjin, ne “girî” ne jî “ken” ev e... Tenê darizandin nabe nirxandin. 

Di vê pêvejoya ku ciwanên Kurd “metafîzîka Kurd” dinivîsîn, pêwiste em teva fenomenên civakî, siyasî, rêxistinî, pîşeyî, edebî, medya û entelektuelî, di çarçoveya sosyolojiya ku bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd hatiye avakirin de bigirin dest. 

Dema ku fenomenên baskên civakê, bi nirxên civakî hatin pîvan, hingî nêzîkatî li gorî alîgîrî çênabe. Têkoşîna Kurd, li gorî şêwaza xwe “nirxên artîstîk” derxistine holê. Ev jî, bi psîkolojiya civakê ve girêdayî ye. Ji ber ku psîkolojiya demê jî, li gorî têkiliyên hundir û derve reng disîtine.