
Pîlangerî têk çû
Di dewama daxuyaniya xwe de KONGRA GEL wiha dewam dike: "Rêber Apo li Îmraliyê di nava 15 salan de, bi berxwedana xwe ya bi vîneke azad re hem komploya navneteweyî pûç kir û bê encam hişt, hem jî paradîgmaya azadiyê ya rizgariya demokratîk a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bîne, afirand. Di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de, bi têkoşîna berxwedana bi heybet a Tevgera Azadiyê û lehengiya gelê me re, hemû konseptên ewlekariyê yên dewleta Tirk û hêzên komploker ên navneteweyî hatine pûçkirin."
Bi Ocalan re rûniştin
KONGRA GEL di daxuyaniya xwe de pêvajoya çareseriyê jî bibîrxist û got: "Di encama têkoşîna Rêberê me, tevgera me û gelê me de, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê neçar ma li Îmraliyê bi Rêber Apo re bikeve nava diyalog û pêvajoya çareseriyê. Hikûmeta AKP'ê gavên ji bo berpirsyariyên di pêvajoya çareseriyê de dikeve ser milê wê, heta roja îro neavêtiye. Helwesteke mijûlkirinê ji xwe re esas girt. Tifaqa Cemaet û hikûmeta AKP'ê ya li dijî gelê me hat avakirin belawela bû.
Pêvajoyek nû heye
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku êdî di asta heyî de hevsengiyên hêza siyasî li Tirkiyeyê ji nû ve ava dibe û tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê di vê pêvajoya nû de roleke stratejîk dileyzin û rêveçûna pêvajoyê diyar dikin. Di vê mijarê de wiha hate gotin: "Pêşketinên dîrokî yên şoreşa Rojava di çarçoveya paradîgmaya Rêbertiyê de derxist holê, weke şoreşa sedsalê pêşeroja azad a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî dike û rê nîşanî tevahiya bindestên cîhanê dide. Şoreşa Rojava bersiva herî watedar a ji bo komploya navneteweyî ye."
Divê Ocalan azad bibe
Daxuyaniya KONGRA GEL wiha bidawî dibe: "Tablona heyî ya 15 salan derket holê ev e; Bi Rêberekî mezinbûyî, bi Tevgera Azadiyê ya mezinbûyî, bi rastiya gel a demokratîk a mezinbûyî dem hatiye, bi Rêber Apo re di şert û mercên azad de hev dîtin pêk bê. Armanca me ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Divê çalakiyên salvegera komployê bi girseyî pêk bûn. Bi taybetî girîng e meş û mîtînga 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê girseyî be û divê gelê me yê li gelemperiya Ewropayê dijîn bi hêzeke mezin beşdar bibe."
BRUKSEL
‘Civaka Êzîdî deyndarê Ocalan e’
Beriya Şoreşa Kurdistanê û Civaka Êzîdî Roja ku şoreşgerên Kurd ji xwînmijî, koledarî û neheqiyê re gotin êdî bes e! Ew roj gava pêşî bû ji bo berxwedana li dijî paşverûtiya civakî. Di ser wê rojê re 35 sal derbas bûn. 35 salan gelek guherîn bi xwe re anîn. Ez dixwazim bêhtir li ser rewşa Êzîdiyan a beriya dest pêka 15`ê Tebaxê û piştî wê binirxînim.
Beriya 15’ê Tebaxê me nedixwest kes bizanibe ku em Kurd in. Me herdem Kurdbûna xwe vedişart. Em kesên Êzîdî di serî de me nasnameya xwe ya olî vedişart. Me nedixwest kes bizanibe ku em Êzîdî ne. Hezar belayên bihatana serê me hebûn. Eger em bêjin neyaran wisa dikir, an jî em bêjin ji nezanî ferq nake, cîh ji me re li tu deverê nebû. Dev ji neyaran berden, em di nava Kurdên misilman de jî nedihatin qebûlkirin. Her çiqas em ji yek netewê bûn jî, lê ola me pirsgirêkek gelekî mezin bû.
Nanê me nedixwarin, heram bû. Qetla me helal bû! Çûna bajaran li me qedexe bû. Lê bi 15`ê Tebaxê re guherîn ket nava civakê. Her ku guherîn ket nava civaka me Êzîdiyan jî bêhtir di nava şoreşê de cîhê xwe girt. Ji ber ku şoreşê bandora xwe ya erênî herî zêde li me dikir.
Weke civaka Êzîdî îro em li hemû deverên welêt bi serbilindî dibêjin: Ez Êzîdî me. Bi taybetî li bakûrê Kurdistanê, li devera ku şoreşa zîhniyetê lê çêdibe. Cejnên me di televîzyonên van şoreşgeran de tên pîrozkirin.
Êdî gelek kes dibêjin: Yên li ser ola xwe ya esasî mane Êzîdî ne. Ev kes qedrê herî bilind didin me, ji ber ola me. Îro Platforma Olên Mezopotamya heye, ku armanca wê avakirina xweşbîniya di navbera olan de ye. Yên ku dixwaze em bêhtir li çand, ziman û ola xwe xwedî derkevin kesên Şagirtîyê rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan in.
Konferansa Êzîdiyan ya ku ji hêla Komîsyona Kêman û Baweriyan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi şiyara "Bi rêxistinbûnê bi azadiyê ve dimeşin" li Amedê hate lidarxistin.
Di dîrokê de cara yekemîn di asta navneteweyî de konferanseke wiha yên Êzîdiyan hat li darxistin. Ev kes şagirtên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bûn. Yên ku konferansa jinan ji bo civaka Kurdên Êzdî li bajarê Almanya Hannoverê li darxistin dîsa şagirtên Rêber APO bûn. Yên ku ji dest pêkê ve piştgiriya Weşana Çira TV kirin û niha jî dikin kesên nêzî vê tevgerê ne. Eger îro aştiya navxweyî ji bo civaka Kurdên Êzdî wek Gundê Bacinê, Gundê Denwanê ku di.4.1.2014,û di.2.2.2014 pêk hat, ev hewldan ji bo gundê din jî berdawam dikin kesên nêzî Rêber APO bûn.
Yên destê xwe dirêjî mexdûrên komkujiya Şengalê kirin, kesên nêzî vê rêxistinê bûn. Yên bi çalakiyan li gelek bajarên Kurdistanê fermana li ser me şermezar kirin, mirovên vê tevgerê bûn. Yên ku herdem pesnê Êzîdiyan dide û dixwaze Êzîdî werin parastin serok û rêberê vê tevgerê ne. Yê ku dixwaze em bêhtir li çand, ziman û ola xwe xwedî derkevin ev rêxistine.
Pêngava 15`ê Tebaxê ya wê rojê hat avêtin, îro di qonaxeke nû de ye. Îro em ji gelek şaşî û neheqiyên din re dibêjin: Êdî bes e! Weke Êzîdî divê em jî dengê xwe tevlî qêrîna ‘êdî bes e` bikin, da ku ev deng xurtir derkeve. Her ku ew deng xurtir bibe, neyar wê bêhtir bitirse. Her ku ew tirsiyan, destkeftiyên me wê zêde bibin. Ji bo vê yekê, ez bang li hemû civaka Kurdê Êzîdî, dost û malbata xwe dikim ku bi deng û rengê xwe, xwe tevlî Meşa 15.2.2014 li Strassburg bibin.
CERCÛR CEMÎL