Yek ji çavkaniyên debara jiyanê ya Kantona Efrînê jî sewalvanî ye. Li gelek herêm û navçeyên Kantonê sewal tên xwedîkirin. Navçeya herî zêde pez lê tê xwedîkirin jî Şiyê ye. Ji sedî 30’ê  şêniyên navçeyê debara xwe bi xwedîkirina pez dikin.

Bi demsala buharê re welatî pezên xwe derdixînin çolê û hiriya wan diqusînin. Ji ber ku li herêmê germanî zû destpê dike, berxbir jî di meha Nîsanê de çêdibe.


Ji birrîna hiriyê re hostetî divê

Karê birîna heriya pez karekî ne ji rêzê ye. Kesên ku vî karî dikin divê hoste bin. Ji ber ku ev kar bi riya meqeseke taybet pêk tê. Ev meqes jî li kantonê weke ‘Hevring’ tê binavkirin. Ji ber ku ew gelekî tûj e, her kes  nikare bikar bîne. Kesên ku nizanbin bikar bînin jî dibe ku mîhan birîndar bikin. Ji ber vê yekê jî kesên ku vî karî baş dizanin, kêm in.

Piştî ku hiriya pez tê birîn, ji bo  ku wan ji bacikan biparêzin, derman li laşê wan tê reşandin. Her wiha hiriya ku hatiye birrîn jî ji bo baş be, dişon û derman lê direşînin.

Xwediyên pez hiriya ku bidest dixin, piştî şûştin û dermankirinê, li kantonê difroşin.

Hirî di çêkirina gelek tiştan de tê bikaranîn. Ji hiriyê balgî, lihêf û doşek tên çêkirin. Birrîna hiriya pez salê carekê tê kirin. Bi germahbûna hewayê re xwediyên pez dest bi berxbirrê dikin.



CEFER CEFO/EFRÎN/ANHA