Selam Hisên: Divê Sûriye hişmendiya xwe biguhere û deriyên dîplomasiyê li hemû aliyên Sûriyê veke. Piştî wê, makenîzmeya çareseriyên guncaw wê were peydekirin û gelê Sûriyê ji vê tradejiyê xilas bibe.
EHMED TEBQA / ANHA /TEBQA
Serokê Hevalbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê, Selam Hisên der barê girîngiya çareseriya siyasî û aloziya Sûriyê de peyivî.
Hisên di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên ji bo çareseriya siyasî û got; “Çareseriya aloziya Sûriyê bi çareseriya eskerî ne pêkan e. Ya ku alozî girêktir kir, bikaranîna çekan a ji aliyê opozîsyonê û veguherandina tevgera aştiyane ya şoreşgerî ber bi tevgereke çekdarî ve ye. Opozîsyonê ev tevger bi ajandeyên derve yên dewletên herêmî ve girêda û ji xwe re fikrên radîkal ên tundraw kirin bingeh. Di encamê de aloziya Sûriyê kûrtir bû. Komên tundraw ên mîna DAIŞ, Cebheta El-Nusra û “Artêşa Azad” derketin. Ev kom hemû fikrên radîkal û neqebûlkirina aliyên din, diparêzin. Di dawiya 2011`an û destpêka 2012`an de tevgera aştiyane veguherî tevgereke eskerî. Avakirina “Artêşa Azad” hate ragihandin û şer li deverên li ser sînor dest pê kir.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dibe
Selam Hisên di dewamê de diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê, cihê siyasî yê herêmê di meydanên navdewletî de çêkir û wiha pê de çû: “Ji ber wê, civaka navdewletî neçar ma ku careke din siyaseta xwe ya li herêmê di ber çavan re derbas bike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber xwezaya ciherengiya xwe ya çandî û siyasî veguherî nuqteyeke ku bala tevahiya hêz û tevgerên demokratîk dikişîne. Ev jî dibe sedema wê yekê ku hemû hêz zexta xwe li ser desthilatdariya Sûriyê û diyaloga heyî bikin. Rêya çareserkirina aloziyê, bi rêya aliyên ku misogerkerên aliyên nakok in, ne pêkan e. Mîna Rûsyayê, divê Rûsya rûniştina Sûriyê li ser masê misoger bike. Ne şert e ku diyaloga Sûrî-Sûrî li Şamê be, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dibe.”
Lazim e hişmendî biguhere
Hisên li ser helwêsta Rêjîmê ya siyasî, bi taybetî piştî bipêşketinên wê yên eskerî bi desteka Rûsyayê jî got, “Rêjîma Sûriyê piştî bipêşketinên li dijî komên çekdar, baweriya wê bi xwe zêde bû. Rêjîm texmîn dike ku dê karibe xwe ji nû ve ava bike û rewşê vegerîne beriya 2011`an. Lê divê Sûriye hişmendiya xwe biguhere û deriyên dîplomasiyê li hemû aliyên Sûriyê veke. Piştî wê makenîzmeya çareseriyên guncaw wê were peydekirin û gelê Sûriyê ji vê tradejiyê xilas bibe. Divê hemû aliyên Sûriyê li ser maseya diyalogê rûnin. Hinek aliyan ji ber hinceta terorê xwe nêzî çareseriya siyasî nedikir. Lê piştî ku QSD’ê teror têk bir, hemû bendên li pêşiya rêya çareseriya aloziya Sûriyê rabûn.”
Divê mafên hemû pêkhateyan hebin
Elaqedarî amadekirina destûra Sûriyê ya nû jî, Hisên ev nirxadin kir: “Di kongreya neteweyî ya Sûrî de ku li Soçiyê di Çileya 2018’an pêk hat, erka avakirina komîteyekê ji bo amadekirina destûra nû dan, De Mistura. Şandeya neteweyî ya taybet navên kesên ku dê beşdarî komîteyê bibin ji her du aliyan Rêjîm û opozîsyonê wergirtin. Di destûra nû de divê mafên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê werin misogerkirin. Divê destûr li ser bingeha rêgeza jiyana hevpar û ciherengiya çandî ava bibe. Ev jî bi rêya afirandina zemînekî nû ji Sûriyê re, pêşkêşkirina projeyeke neteweyî ku mafên gel û serdestiya Sûriyê diparêze, pêkan e.”