KELSÛME ELÎ / ANHA/QAMIŞLO
Her sal di mewsima çandina darên berhemdar, daristanî û sebzeyan de şitilgeh girîng in. Bi taybet şitilgehên ku şitil ji şêniyan û cotkaran re peyda dikin. Li navçeya Girkê Legê gelek şitilgeh hene. Yek jê Şitilgeha Avesta ya girêdayî Şaredariya Gel e.
Şitilgeh li beramberî avahiya Şaredariya Gel hatiye avakirin. Tê de 6 karker tevahiya salê dixebitin.
Ev şitilgeh salê miqdarên baş ji şitilan peyda dikin û karker pê re mijûl dibin ji bo ku di destpêka biharê de amade bibin û werin çandin.
Li gorî berpirsên şitilgehê, di şitilgehê de cureyên cuda yên şitilên darên berhemdar, daristanî û xemilandinê têne çandin. Mîna hinar, zeytûn, hejîr, mişmiş, tirî, lîmon, behîv, sêv, gûz û merx. Ev cureyên daran ji hawaya herêmê re guncaw in.
Her wiha di şitilgehê de cureyên cuda yên sebzeyan têne amadekirin mîna xes, beqdenîz, bacanê reş, kundir, xiyar, bacanê sor û cureyên din. Tevî cureyên gulan û darên xemilandinê yên ku li parkan û nava rêyan têne çandin.
Berpirsên şitilgehê da zanîn ku ew şitlan bi bihayên guncaw û erzan difiroşin şênî û cotkaran da ku çandina daran teşwîq bikin.
Berpirsê Şitilgeha Avestayê Hecî Nezîr dibêje, ji bo şitilgehê gelekî eleqeder in û şitlan dikirin.