Komîteyê 30 peyamên pênasekirina sîstema federaliya demokratîk ji welatên DYA, Birîtaniya, Fransa, Avusturya, Swîsre, Belçîka, Almanya, Danîmarka,Rûsya Misir, Iraq, Qater û Urdun, her wiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Mon, Serokê DYA’yê Barac Obama re şandin.
Di peyaman de sîstema federaliya demokratîk hat pênasekirin.
Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê û Berpirsyara Komîteya Dîplomasî Hediya Yûsif diyar kir ku hemû rêxistinên ku ew heya niha bi wan re civiyane erênî nêzî vê projeyê bûne û dest dane sîstemê.
Komîte dê di demên pêş de, bi nûnerên êlên Ereb û Kurdî yên li tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê re bicivin. Her wiha ew ê bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî, sivîl, çandî, ciwan û baweriyan re bicivin û nêrînên wan ên derbarê avakirina sîstema federaliya demokratîk wergere.
QAMIŞLO