Jinên Kurd havînê dest pê dikin û heta payîzê haziriya zivistanê diqedînin. Piranî ji bo zivistanê ava îsotan, ava firingiyan, rîçal çêdikin û her wiha bacanan hişk dikin. Jinên Kurd ên li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê jî bi hatina payîzê zend û bendên xwe badane. Yek ji van jinan Jiyan Elî dibêje, erê zehmetiyên vî karî pir in lê dîsa ew bi dilekî xweş karê xwe dikin. Di nav van de jî karê herî zehmet çêkirina ava îsotan e ku îsot destê mirov dişewitîne, ji bo vî karî jî Jiyan Elî dibêje: “Ez niha ava îsotan çêdikim, bi rastî karekî çetin e. Bi rojan destê mirovan dişewite. Lê belê dema em jin li hev kom dibin karê destê me jî pir xweş dibe û zû diherike.”

 

JINEWS/HELEB