
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, li bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin tê nîşandan. Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî û di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî di salvegera 17. de bi şermezar kir û hêzên komploker lenet kir.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, li bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin tê nîşandan û got, “Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye.”
Karayilan hemû cangoriyên bi şiyara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li hemberî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiya fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û soza daye wan dubare kir.
Karayilan destnîşan kir ku hovîtiya ji aliyê AKP’ê ve tê kirin wê bêhesab nemîne û wiha dewam kir: “Axîna ti ji ciwanên Kurd wê belasebep nebe. Hesabê hemûyan wê were pirsîn û tola wan bê hilanîn. Divê her kes bi vê zanibe. Gelê Kurd êdî bêxwedî nîne. Qetilkirina mirovan bi tank û topan wê ji AKP’ê re nemîne. Di roja îro de li ti devera cîhanê ti dewletê bi tank, helîkopter, top, doçka û hawanan êrîşî bajarekî nifûsa xwe 130 hezar e, nekiriye. Lê belê dewleta AKP’ê îro li Cizîr û Sûrê vê dike; li Silopiyayê ev kir. Ji ber ku dixwazin bajarên Kurdan xera bikin û gelê Kurd bi vî rengî bîne ser çokan, li hemberî ciwanên bi kleşan li ber xwe didin, çekên giran bi kar tînin. Ev ne cesaret e, tirsonekî ye, namerdî ye.”
‘Gelê Kurd bi durûtiya Ewropayê re rû bi rû ne’
Karayilan bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî li pêşberî vê komkujiyê û got, “Ev bêdengiya wan, rûreşiya mirovahiyê ye. Eger li cihekî zilm hebe, neheqî hebe û tu li wê temaşe dike, wê demê tu jî hevparê wê neheqî û zilmê ye. Gelê me careke din bi durûrtiya Ewropayê re rû bi rû ma ye.“
Karayilan ragihand, ku bi taybetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hiqûq gemarî kiriye û ev nirxandin kir: “Eger Ewropa û cîhana rojava durû nebûya, çeteyên Erdogan nikarîbû ev bikira. Berpirsyariya komkujiyên niha yên li Cizîrê ya wan e; nikarin vê berpirsyariyê ji xwe xwe biavêjin.”
‘Agirê berxwedanê venamire’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn, ku çeteyên AKP’ê dixwazin ji vê rewşa konjonturî sûdê werbigirin, bi vî rengî gelê Kurd tine bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Divê gelê me bi vê zanibe. Rast e; Cizîr bajarekî hêja û pîroz e; berxwedana li wê derê gelekî watedar e. Lê guhertina rewşa berxwedanê nayê wê wateyê ku dewleta Tirk bi ser ketiye. Vaye şêrên Cizîrê li ber xwe didin, şêrên Sûrê li ber xwe didin, şêrên Amedê, Nisêbînê, Geverê, Şirnexê, Hezexê li ber xwe didin. Berxwedana li bajaran êdî bûye agir û wê venemire. Ev agir wê venemire, di heman demê de axîna mirovên me yên li jêrzemînan şehîd ketin wê li erdê nemîne. Cizîra Botan keleha berxwedanê ye. Berxwedêran taktîk guhertibin jî, ev yek bi vî rengî wê dewam bike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Van hemûyan ji ber ku têk çûne û ditirsin, dikin.”
‘Ciwanan dîrokek nû nivîsandin’
Karayilan di dawiya axaftina xwe de hemû berxwedêr, bi taybetî jî berxwedêrên Cizîr û Sûrê silav kir û got, “Ez hemû şehîdên me yên sivîl û yên şervan bi minetdariyeke mezi bibîr tînim. Ez mesaja wan a bi berxwedanê re didin, bi kûrahî fêm dikim. Ji sedî sed em ê dilsozê soza wan bin. Ji ber şehadetên piştî vê berxwedana lehengiyê, ji tevahiya malbatên me yên hêja, ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Ev şehadetên bi hovane hatin kirin, barê me girantir kirine. Haya me ji vê heye. Em ê tevahiya jiyana xwe û têkoşîna xwe li dora vê têgihiştinê bi rêk û pêk bikin û hesabê vê bipirsin. Ciwanên li wê derê dîrokeke nû divinîsînin. Bila tevahiya gelê me bi vê zanibe: rast e êşa me mezin e, lê van lehengan bi şehaetên xwe re rêya serketinê nîşanî me dan. Lewma divê em li ser cenazeyên xwe negirîn, li ser şopa van mirovên hêja nîşan dane, bi lehengî bimeşin.”
‘Berxwedan gihişte asteke nû’
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku berxwedana li Cizîrê êdî derbasî qonaxeke nû bûye û destnîşan kir, ku divê êdî li gorî vê qonaxê tevger bê kirin. Karayilan di vê çarçoveyê de ev tespît kir: “Di vê dema ku berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye de, ne rast e ku mîna berê sîng bi sîng li hemberî dijmin were sekinandin. Sekin, berxwedan û hewldanên wan ên heta niha, bi rastî jî hêjayî wan bû. Lê belê ji ber ku qonax guheriye divê êdî li gorî dema nû tevgerek bê nîşandan. Rêbazên weke xwe veşartin, xwe berdana nava dijmin, kom bi kom vekirina rê û gelek rêbazên mîna van dikarin esas bê girtin.”
‘Dem êdî dema serhildanê ye’
Herî dawî Karayilan ev bang kir: “Divê her kes dengê Cizîrê bibihîze û li gorî wê çi ji destê kê tê bike. Êdî dem dema serhildanê ye. Dema axaftinê nîne.” Karayilan bang li tevahiya ciwanên Kurdistanî û welatparêz û demokratan kir, ku ji bo sekinandina vê wehşeta AKP’ê, tevlî berxwedanê bibin.
Karayilan got, “Gelê me wê xwedî li xwe derkeve û bersiva pêwîst bide qîrîna Cizîrê.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Demîrtaş: Li Cizîrê qirkirin heye
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di civîna Meclisa Partiyê de mijarên di rojevê de nirxand. Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî komkujiyên li Cizîrê da û wiha got: “Çawa ku cizîrî nayên ser çokan, serî natewînin, divê em jî berxwedanê mezin bikin.”
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku li Cizîrê qirkirin hatiye kirin û wiha axivî: “Ji ber ku pêşî li şer nikarîbû bihata girtin, nabe ku mirov binpêkirina hiqûqa însanî, binpêkirina wijdan û exlaqê mirovahiyê ji nedîtî ve bên. Qala nêzî sed mirovan tên kirin ku nêzî 2 hefte ne li jêrzemînan hatine asêkirin û di nav de jin û zarok hene. Gelek spekulasyosn hatin kirin. Îstatîstîk hatin aşkerakirin. Ez ê rewşa li Cizîrê bi îstatîstîkan aşkera nekim. Di destê me de agahiyeke bi tenê ya zelal û aşkera heye. Ew jî; li Cizîrê qirkirin hat kirin. Ji bilî vê, em nizanin bê çend kes hatine qetilkirin. Hînê jî ketin-derketina navçeyê qedexe ye. Korîdoreke tund a ewlekariyê bi sê qonaxan tê meşandin. Ji bilî kesên fermana kuştinê dane û ji bilî kujeran bi xwe, tu kes nizane ew mirov çima, kengî û çawa hatine kuştin.”
Demîrtaş anî ziman ku ya ku divê were kirin, li dijî faşîzmê avakirina bloka berxwedan, demokrasî û aştiyê ye.
ENQERE