Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî bi daxuyaniyekê ragihand, ku 4. civîna dewrî ya komîteyê di nava rewşeek şer û bûyerên ne zelal ên siyasî, çekdarî û stratejîk ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de bi beşdariya piraniya endaman hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di civîna li bajarê Hollanda Laheyê de piraniya endaman amade bûn.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî danezana encamê ya 4. civîna xwe ya dewrî ku di 26'ê Nîsana 2015'an de hat lidarxistin, bi raya giştî re parve kir.
Di dewama danezanê de hat gotin, "Berevajî wê li başûrê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên din ên parastina gel ên hevçeper û li rojavayê Kurdistanê jî şervanên ( YPG-YPJ ) û komeke pêşmergeyên welatparêz li çeperên şer û berxwedanê li Kobanê û beşdarî ya gerîlayên bakurê Kurdistanê û bi hevkariya hêzên hevpeyman yên navdewletî, roj li pey rojê serketinan li ser terorîstan tomar dikin. Ev serketin û destketî li meydanên şer û di xebata siyasî, neteweyî û nîştimanî yên parçeyên din ên Kurdistanê jî de bûne cihê piştevanî û giringîdana welatên rojava û soz û viyan û pêzanîn û nirxandina raya giştî ya cîhanê û bi taybetî li rojava û başûrê Kurdistanê."
Biryarên ji civînê derketin
Di danezana encamê de hat ragihandin ku di encama nîqaşên azad û piraliyane yên li ser rewşa siyasî de ev biryar ji civînê derketine:
- Rewşa siyasî sererayê hestiyarî û alozî yên wê, pêwîste bi hişyarane stratejiya neteweyî û niştîmanî karê xebata diplomasî de pêngav bên avêtin.
-Li aliyekê din sebaret bi kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê, biyav û derfetên ji bo bi destveînana mafên neteweyî û niştîmanî û demokrasî yên Kurdistaniyan, her çend tê û zêde û berfireh dibin. Civîn di wê baweriyê de ye ku hêzên Kurdistanî bi kûrî û berpirsyaryeteke mezin ve erkên henukeyî bibînin û hewil û tekoşînên xurt jê re bidin.
- Arîşeyên navxweyî yên hêzên siyasî bên kêmkirin û di demeke nêz û guncî de piştî ferahemkirin û zemîne ya serketinê misoger bû, kongreya netewî bê li darxistin. Ev wiha dixwaze ku komîteya amadekar a Kongreyê bi zûtirîn dem bicive û cih û çawanî ya li darxistina kongreyê diyarî bikin.
- Li ser xala duyemîn ya civînê, danana pilanên diplomasî; li wê biyavê de li gor rastperdeyên civîna berê, komîteya destnîşankirî pêngavên erênî û baş avêtine û persivên dilxweşker ji wezaretên derve yên welatên (Berîtanya, Nemsa, Îtaliya û Yekîtiya Ewropa) ji bo piştevanî kirina kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê hatine wergirtin. Lê hêj encamdana erkên diplomasî pêwîst bi bernameyekê mikum û tukme û çalakiyên zêtir heye. Bi taybetî niha seng û giranî ya xebata demokrasî ya Kurdistanê girîng û karîgere li herêmê û Rojhilata Navîn û cîhanê de.
- Di dawiya civînê de, bi bawer bû ku neteweya kurd û hêzên demokrat û pêkhateyên azadîxwaz yên li Tirkiyê û herêmê jî, bi çavê hêvî û ûmêdan ve dinêre biryara demokrasî ya (HDP) ji bo niwêneratîkirina xebat û tekoşîna demokrasî ya gelên Tirkiye yê û beşdarbûna wan di hilbijartinên 7'ê Hezîrana îsal de."
Civîn bi hêvî ya hindêye ku temamî neteweya kurd û gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê, bakurê Kurdistanê û herêm û navçeyê, piştevaniya namzetên lîsteya HDP bikin. Lîsteya HDP ê lîsteya gelên demokratîxwazên raseqîne yên Tirkiyeyê ye.
ANF/DEN HAAG