Ev mijar di encama kurtesohbeteke li gel dostekî de hate pê. Hind rexne li min kirin û got: "Tu li dijî Emerîkayê pir bi tundî diaxivî, divêt mirov zimanekî polîtîk û dîplomatîk bikarbîne, divêt mirov îhtimal bide ku ev biryar bi tenê sembolîk in û di jiyanê de derfetên bikaranîna wan jî hema bêje hîç nînin!" (Babeta behsê dike, biryara DYE ya derbarê pêşengên şoreşa Kurdistanê de ye.)
Mamoste wiha got û lê jî zêde kir: "Ez di gelek waran de siyaseta Kurd naecibînim. Rasterast in, vekirî ne û bi lezgînî biryaran digirin. Li aliyê din heta bêjî, nerm û hûmanîst in, divêt li şûna wê siyasetê ji nû ve Makyavelî bixwînin. Di vê dem û serdemê de ji bo Kurdan Makyavelî çavkaniyeke herî sûdewer e."
Ya rastî devê min piçek ji hev vekirî û bi çavên matmayî min lê mêze kir, wî jî ev matmayîna min dît û gotina xwe wiha bidawî kir: "Ez dizanim, ji bo te pir zehmet e, lê mixabin rastî bi xwe, di xwezaya xwe de ji zehmetî û dijwariyan pêkhatî ye."
Ev hevalê xoşevîst ku di gelek gerr û fetlên jiyana şoreşê de çerx bûye, hema bêje di hemû beşên şer û şoreşê de xebitiye û di dawiyê de jî li Ewrûpa xwe gihandiye asteke bilind a xwendinê bi wan hişyarî û pendên xwe ve ez mat hiştim.
Bi tenê min jê re got: "Em ji mamosteyên wekî te li benda raman û nêrînên cihêrengtir û yên di xizmeta mirovahiyê de ne. Eger tu Makyavelîstekî bixwazî waye hemû siyasetmedarên aîdê dewletên ku dijminahiya Kurdistanê dikin seranser wilo ne û mezintirîn Makyavelîst jî faşîstê serdemê R.T.Erdogan e.
Heta mirov dikare bibêje ku Erdogan ne tenê Makyavelîst ji tevahiya ramanên li dijî gelan û mirovahiyê mijaye, ji bo bigihije armanca xwe dikare her tiştî, her kesî û her nirxê feda bike. Bêguman wek Hasan Sabah çawa Meryema hevjîna xwe pêşkêşê şervanê xwe dikir, ew jî dikare Emîne xanimê pêşkêş bike. Bes ji ser text neyê xwarê, bes di têkoşîna siyasî de têkneçe."
Lê mamoste vêna jî qebûl nekir. Helbet Erdogan mirovekî faşîst ê bêexlaq e lê tişta Makyevelî gotiye seranser ne wisa ye, Makyavel nabêje hemû nirx û pîrozahiyên xwe pêşkêşê xelkê bikin, lê gelek hêmanên ku wek nirx dihêne dîtin jî ji bo serfiraziya milet û dewletê dikarin bêne fedakirin.
Ji nişkeve ev pirs hat hişê min: "Baş e, heta niha çi rêbaz û awa mane ku Tevgera Azadyê ya Kurd li dijî dijminan bikarneaniye? Ji şerê şoreşgerî yê herî dijwar ku dîroka mirovahiyê de kêm hatî dîtin bigir heta awayên herî nerm û reformîst, gelo rê û rêzik mayîne ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdistanê nehatîne pêşkêşkirin?"
Mamoste, di warê fedekarî, qehremanî û payebilindiya gerîla û şervanan de rêzdar e, ew jî li gel e ku eger ne ev gerîla û şervan bin, ti artêş nikare xwe li hemberî hêzeke wek dolên guran û artêşeke hinde barbar li ser lingan rabigire. Lê ev nêzî çil salan e ku ev şer bi hêza dilê wêrek dihête meşandin.
Serê zimanê mamoste şil e, lê zêde dewam nake, deher dike: "Di warê îtifaqan de em lawaz in. Wek mînak Îsraîl li herêmê hêzeke bingehîn û diyarker e, mixabin em Kurd li gel bêbextiya ereban dîsa û dîsa rûdinin ji bo Filîstiniyan digirîn!"
Piştre dibêje:"Ez li ser riya Îsraîlê me. Nêzîk de ezê biçim wê derê û lêbikolim. Modela Cihûyan ji bo me Kurdan jî gelek şîret û tecrûbeyan dihewîne. Her wisa bi qasî 400 hezar Cihûyên Kurdistanê jî li wir in. Lazim e polîtîkayeke me ya derbarê wan de jî hebe."
Û nêrîna xwe dubare dike:"Heval em pir teng li Makyavelî dinêrin, Makyavelî ne tenê ji wê gotina ku dibêjin: Ji bo gihiştina armancê her rê rewa ye, pê ve ye. Ew piralî ye."
Ya rastî heta niha polîtîkayeke zelal a di navbera Kurdan û dewleta Îsraîlê de diyar nîne. Bi awayê dihête zanîn Îsraîl û Tirkiye du dewletên dost yên stratejîk in û risteke girîng a serdestên emperyal li herêmê pêk tînin. Heta niha Kurdan li dijî gelê Cihû ti kirin û gotinên nebaş nekirine, lê Kurd ji bo berjewendiyan jî nikarin qetilkirina zarokên Filîstînî ji nedîve bên an jî ji kujeran re li çepikan bixin.
Di navberê de behsa galegalek ku derbarê biryara dere-hiqûqî û dere-exlaqî ya DYE yê derbarê pêşengên Kurd de dayî dike. Dibe ku çavkaniya wê jî Îngîlistan be. Qaşo, Emerîka dixwaze opareasyonek li dijî Îranê lidar bixe, helbet di şerekî wisa de Kurd wek li Rojava wê risteke sereke bilîzin. Lê hersê rêveberên PKK’ê li dij în. Emerîka jî dixwaze wan bê bandor bike û tevgereke leşkerî ya giştî li hemberî Îranî dest pê bike.
Ramanên cihêreng in, lê divê DYE û hemû cîhan jî bizane ku bi milyonan şagirtên wan pêşengan amade ne xwe li dora wan bikin xelek, eger bazareke wisa li ser jiyana wan dihête kirin ew ji destpêkê ve xelet e. Eger hebe tevgereke wisa jî ji destpêkê ve têkçûyî ye. Ne Makyavel û ne Hobbs û ne jî Îbn-î Haldun dikarin yek Kurdekî jî îqna bikin.
Kurdan ti car li ser jiyana însanan, xwîna mirovan û nirxên ku mirovî dike mirov bazarê nekirine û nakin. Dema Makyavelî bibe hêvî

Kurdan ti car li ser jiyana însanan, xwîna mirovan û nirxên ku mirovî dike mirov bazarê nekirine û nakin.