Dawiya sala 2016'an nîşan da ku desthilatdariya AKP'ê xwedî têgihiştineke mêtînger a tevkujer e. Her wiha tiştê ku heta niha tu desthilatdariyê nekirî bûn anîn serê Kurdan û karakterê xwe yê rastî derxiste holê. Difikire ku wê bi têgihiştina dewleta navendîparêz wê karibe bi xerakirin û şewitandina bajaran bibe hakimê kolan û taxan. Her kesî derkete kolanan bû hedef û bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Ev dijmanatiya li hember Kurdan e. Ji xwe dema têgihiştineke navendî ya dewletî dema were parastin neçarin dijminatiya Kurdan bikin. Kes û desthilatdariyeke bêje yek welat, yek dewlet, yek al neçare dijminê Kurdan be. Piştî hevqasî gotinên yek netew, yek welat, yek dewlet bûyina dijminê Kurdan êdî karekî jêveneger e. Têgihiştina xwedî yek, yek, yek bajarên Kurdan şewitandin û xera kirin e. Gotina yek yek li cîhanê navedîpareziyeke ku mînakên wê li cîhanê tune ne. Navendîpareziyeke wisa tund kolan û mal li aliyekî dixwaze tahakûmî mêjiyê mirovan bike. Ji xwe hemû kirinê AKP'ê nîşan didin ku dixwaze bibe hakimê mejiyê Kurdan.
Di salên 2015 û 2016'an de zelal bû ku bi desthilatdariya Tirkiyeyê ya heyî re ne mûmkin e ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bazarî bê kirin. Ji ber ku heta têgihiştin neguherê ne bazarî tê kirin ne jî lihevkirin pêk tê. Ji ber vê yekê desthilatdariya heyî nikare pirsgirêka Kurd çarser bike. Ya rast Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd jî di dema bêçalakîtiyê de ev yek mîna îhtîmaleke gelekî lawaz dît. Ji bo civak ji çareseriyeke wisa re bê amade kirin û di nava dewletê de meyldariya ji bo vê yekê were afirandin pêvajoya bêçalakîtiyê hatibû îlan kirin. Naxwe ketina rewşeke ku bê gotin emê bi desthilatdariya heyî re pirsgirêkê çareser bikin ne mijara gotinê ye. Lê belê ji ber qada demokratîk, gelek sazî û rêxistinan ev rastî fahm nekirin, mîna ku di dawiya pêvajoyê de wê çareserî derbikeve hem xwe xapand, hem jî bingeh ava kirin ku di nava civakê de nêzîkatiyeke wisa şaş xwe bide der. Ev pêvajo ji bo li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê were bihêz kirin û civak ji bo vê têkoşînê were amade kirin bikar ne anîn.
Ji xwe di berxwedanên Xwerêveberiyê yên sala 2015 û 2016'an de derkete holê ku nêzîkatiya şaş a ji bo desthilatdarî û pêvajoya bêçalakiyê dikare encamên çiqasî neyînî û xeter bi xwe re bîne. Di mayina lawaz a nerazîbûna gel ê li derveyî qadên berxwedana Xwerêveberiyê de nêzîkatiyên şaş ên helwest û êrîşên desthilatdariyê nedîtin, bi bandor bûn. Tevî pêvajo hatibû guhertin jî mîna tişten ne guherî ye helwesta dema bêçalakiyê hate domandin. Ji ber vê yekê jî rewşa ji dûr ve mêzekirina berxwedana Xwerêveberiyê pêk hat. Her wiha nezîkatiyên ji rastiyê dûr ên mîna çima ev berxwedan pêk hat xwe dane der. Di dastiyê de ev nêzîkatî tev ji ber dawî neanîna bendewariya ji desthilatdariyê tên.
Lê belê hedefa berxwedanên Xweseriyê ew bû ku li dij êrîşên dewletê beyî bendewariya ji desthilatdariyê afirandina çareseriya xwe bû. Di navbera vê helwestê û helwesta li benda desthilatdariyê de cudahî derkete holê. Ev helwestên ku bendewariya ji desthilatdariyê domandin di helwest û berxwedana gelê Kurd de lewazî derxistin holê. Ji ber vê yekê divê rewşên bendewariya ji desthilatî û dewletê bên derbas kirin.
Dewletbûyîn tiştek e, ji dewletê qutbûn tiştekî din e. Yek bi hedefa desthilatdariyê ye, ya din bi hedefa azadî û demokrasiyê ye. Di vê demê de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê qutbûna ji dewletê divê hedefa esasî ya Kurdan be. Heta bi têgihiştinê û di jiyanê de ji dewletê qûtbûn pêk neyê jiyaneke azad û demokratîk nayê avakirin û bidestxistin.
Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd bi pêkanîna bêçalakiyê re ji bo çareseriyê derfet dane dewlet û desthilatdariyê. Lê belê ev hate dîtin ku ev îhtîlmala lawaz wê pêk neyê. Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê, tecrîda giran a li Îmraliyê hat meşandin û bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re ev pêvajo bi dawî bû. Ji xwe Rêberê Gelê Kurd piştî redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê gotibû êdî hevdîtin û diyalog wê pêk neye, her wiha pêvajoya muzakereyê jî qediya; tenê wê mijara çareseriyê were axaftin û karakterê pêvajoyê raxistibû ber çavan.
Êdî du rê li pêşiya Kurdan hene. Ya yekê; bi qûtbûna ji vê dewletê re di warê civakî, aborî û çandî de jiyana xwe cuda birêxistinkirin e. Ya duyemîn; bi hêzên demokrasiyê re meşandina têkoşîna demokrasiyê re demokratîzekirina Tirkiyeyê ye.
Nezîkatiyake ji bilî vê tê wateya xwe xapandinê. Rêberê Gelê Kurd pêvajoya bêçalakitiyê esas ji bo bihêzkirina van her du rêyên çareseriyê ya ji bo gelê Kurd pêk anîbû. Her wiha di notên hemû hevdîtinan de nirxandin û hişyariyên di vê çerçoveyê de hebûn. Lê belê di pêvajoya bêçalakiyê de li dewsa bicîhanîna van du berpirsiyariyên bingehîn, îhtîmala lawaz a bi desthilatdariya heyî re pêkanîna çareseriyê esas hate girtin. Ji ber ku afirandina jiyana xwe ya azad û demokratîk û bi hêzên demokrasiyê re meşandina têkoşînê û encam girtinê kedê dixwaze, pêwistî bi pêşwazîkirina zor û zehmetiyan dibîne. Lê belê rêya hesan hate hilbijartin. Ne li gor rastiyan, li gor niyetan tevger hebû. Yên wisa tevgeriyan hem têkoşîn zeîf kirin; hem jî di dawiyê de hêvîşikestî bûn.
Ji bo êdî şikestina hêviyan bi dawî bibe divê rastiya Tirkiyeyê baş were fahmkirin. Rêberê Gelê Kurd tim gotine, ez ne dixapim ne jî dixapînim. Lewra ji bo tim mirov neyê xapandin û tim nexapîne divê rast tevbigere. Li dewsa hêvîkirina ji desthilatdariya heyî, ji aliyekî ve bi hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re têkoşîna rizgarbûna ji desthilatdariya heyî û demokratîk kirina Tirkiyeyê were dayin, ji aliyê din ve jî têkoşîna afirandina jiyana xwe ya civakî, aborî û çandî ku tên wateya qutbûna ji dewletê werê meşandin. Ji xwe beyî dewletbûyîn qutbûna ji dewletê tê wateya dayina têkoşîna demokrasiyê û rêxistinkirina jiyana xwe.