
Li gelek bajarên Ewropayê dawiya hefteyê kongreyên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ên herêman pêk hatin. her wiha li gelek bajaran kongreyên meclîsên jinan pêk hatin.
PARÎS: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a li berbajarê Vîlleneûve Saînt Georges ê paytexta Fransa Parîsê 4’emîn kongreya xwe lidar xist. Kongre bi beşdariya 200 delegeyan bi deqeyek rêzgirtinê li lokala NCKD a li Vîlleneûve Saînt Georges destpê kir. Di kongreyê de rapora xebatan a salekê hate nirxandin. Di hilbijartinên hate kirin de komîsyona meclîsa nû ya ku ji 35 kesan pêk tê hatin hilbijartin. Hevserok jî Zeynep Aktaş û Mahmût Han hatin hilbijartin.
ZAANDAM: Li bajarê Zaandam ê Hollandayê, 1. Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Mezopotamyayê pêk hat. Kurdistaniyên li bajarê Zaandamê dijîn, demeke dirêj di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê xebitîn. Li ser daxwaza gel, di sala 2016’an de li vî bajarî careke din saziyeke Kurdan hat vekirin. Vê komunê heta Sibata 2017’an kar kir. Komuna Mezopotamyayê ya Zaandamê, kongreya xwe ya 1. pêk anî û bi vî rengî meclîsa xwe ragihand. Di kongreyê de rêveberiya ji 23 kesan a meclîsê hat hilbijartin. Mûsa Taştan û Yûrda Yildirim jî weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
GENT: Li bajarê Gent ê Belçîkayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kongreya xwe ya 2. a asayî lidar xist. Di destpêka kongreyê de şerê li Kurdistanê û rewşa giştî ya gelê Kurd hat nirxandin.
Li dû nirxandina pêvajoya siyasî, raporên li ser karê siyasî û malî hatin xwendin. Piştî nirxandina van raporan, hilbijartin hat kirin û rêveberiya nû hat destnîşankirin.
Kongreyên meclîsên jinan
Meclîsên jinan li bajarên Munchen, Bochûm, Wûppertal ên Elmanyayê, li bajarên Bruksel û Lîege yên Belçîkayê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên xwe lidar xistin.Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê, kongreyên meclîsên jinan pêk hatin.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreya li Komeleya Çanda Kurd pêk hat de peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hat xwendin. Li dû xwendin û nirxandina rapora li ser karê salekê yê meclîsê, meclîsa ji 23 kesan û komîsyon hatin hilbijartin.
Arîfe Soysuren û Leyla Aslan jî bûn Hevberdevkên Meclîsê.
LÎEGE: Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, Meclîsa Jinê ya Ronahî kongreya xwe ya 7. lidar xist. Kongre bi beşdariya 60 kesî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hilbijartin hat kirin û hevberdevkên meclîsê hatin diyarkirin.
MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Komuna Jinê - SARA, di encama kongreyekê de, ku 60 jin lê amade bûn, meclîsa xwe ragihand.
Di kongreyê de rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û li dû nirxandina rapora karê salekê, jinan nêrînên xwe anîn ser ziman. Jinan her wiha karê xwe yê li Munchenê nirxandin û piştre hilbijartin kirin. Di encamê de Meclîsa ji 27 kesan, 6 komîsyon û 3 berdevk hatin hilbijartin.
VIYANA: Saziya Jinên Kurd (AVESTA) ya li paytexta Awûstûrya Viyana û derdora wê dixebite, kongreya xwe ya 10. lidar xist. Kongre bi beşdariya 30 delegeyan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.
BOCHÛM: Li bajarê Bochûm ê Elmanyayê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Axîn Mêrdîn kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî. Di dawiyê de komîsyon hatin hilbijartin û ji bo Berdevkiya Meclîsa Jinê a Şehîd Axîn Mêrdîn Seher Yildirim hat hilbijartin.
WÛPPERTAL: Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê jî, Meclîsa Jinê kongreya xwe ya 9. a asayî lidar xist. Di kongreyê de piştî nirxandina rewşa siyasî û rapora li ser karê salekê, meclîsa ji 44 kesan hat hilbijartin. Her wiha ji bo berdevkiya meclîsê jî Aysel Azaj, Zeynep Guner Işik û Fatma Ozer hatin hilbijartin. Dİ kongreyê de komîsyonên rêxistinbûn, têkiliyên derve, edalet, dayikên aştiyê, malbatên şehîdan, çand û mizgeftê hatin avakirin. Komîsyonên civakî, perwerde û atolyeyê jî bi komîsyona têkiliyên derve ve hatin girêdan.
KOPENHAGEN: Meclîsa Jinên Kurd - Sêvê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, kongreya xwe ya 2. lidar xist.Piştî nirxandina siyasî, rapora li ser karê salekê yê Meclîsa Jinê-Sêvê hat xwendin û biryar hat dayîn ku di dema pêş de tevlîbûnek hê rêxistinbûyî bi biryar bê kirin. Di dawiya kongreyê de meclîsa jinê ya ji 27 kesan hat hilbijartin û ji bo berdevkiya meclîsê jî Zelîha Tîtrek, Muzeyyen Baran û Saîme Bîlen hatin hilbijartin.
ARNHEM: Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz kongreya xwe lidar xist. Kongreya 4. bi beşdariya 70 jinan pêk hat. Nûnerên HDK, KCDK-E, Heyva Sor, TEV-ÇAND’ê ji bo piştgiriyê tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûn, perwerde, çand, têkiliyên derve, komîteya civakî û komîsyona malbatên şehîdan hatina vakirin.
Di dawiya kongreyê de Meclîsa ji 36 kesan hat hilbijartin. Delegeyên ji bo meclîsê û komîsyona hatin hlibijartin gotin, “Em ê li ser şopa Sara û Sêvêyan bimeşin.”
NAVENDA NÛÇEYAN