
Krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê tevî ku bang û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan tên kirin, ber bi kûrkirina krîzê ve dihere. Piştî destûrnedana Serokê Parlamentoya Herêmê ji bo çûyîna Hewlerê doh jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji 4 wezîrên Tevgera Goran xwestiye dest ji kar berdin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê mijarê de ji ajansa Reutersê re daxuyakirin ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji 4 wezîrên Tevgera Goran xwestiye îstîfa bikin. Dîzeyî destnîşan kir ku Nêçîrvan, wezîrên Tevgera Goran (Wezareta Aborî, Wezareta Pêşmergeyan, Wezareta Pîşesazî û Bazirganî û Wezareta Olî) ji bo parastina rewşê ji kar hatine dûrxistin û got ku wê li cihên wan bi awayekî demkî hinek wezîrên din cih bigrin.
Ji berî niha PDK’ê bi daxuyaniyekê Tevgera Goran ji ber aloziyên li Herêma Kurdistanê hene tewanbar kiribû. Pêr jî rê nehat dayîn ku Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed derbasî Hewlêrê bibe û karmendên girêdayî Tevgera Goran derbasî Parlamentoyê bibin.
‘Têkoşhina hevpar li dijî dîktatoriyê ye’
Serokê Desteya Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Adil Mûrad got, “Li dijî PDK’ê a daxwaza dîktatoriyê pê re heye û nahêle li Başûrê Kurdistanê destûra bingehîn bê bicihanîn, banga pêkanîna eniyeke hevpar û helwesteke hevpar a têkoşînê dikim.”
Serokê Desteya Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad, li ser rewşa gengeşeya siyasî û bicihneanîna qanûnan a li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Mûrad anî ziman, ku PDK’ê astengkirina serokê parlamentê re derb li hewldanên jiyana bi hev re û demokrasiya li Başûrê Kurdistanê xistiye û ev hewldan bêwate kiriye. Mûrad got, “Dem ew dem e ku li dijî dîktatoriyê têkoşîneke hevpar were meşandin. Eger PDK îro radibe xwe dixe şûna destûra bingehîn û qanûnan, bi vî rengî bi tena serê xwe dikare biryara werbigirin, hingî ti wateya demokrasî û edaletê nemaye. Ev helwest û nêzîkatî li dijî qanûn û mafên mirovan e.”
‘Em bi gelê xwe re ne’
Mûrad diyar kir ku ew li cem gelê dadikeve qadan û doza mafên xwe dike ne û got, “Heta ku edalet, demokrasî û wekhevî ku daxwazên mafdar ên gelê me yên daketine kolanan e bi ser bikeve, divê gelê me xwe ji qadan venekişîne. Ev maf mafê herî xwezayî yê gel e. Her wiha mafê her kesî ye ku ji bo dadgeriyeke wekhev û li dijî feraseta desthilatdariya yekparêz, dakeve qadan.”
Her wiha Adil Mûrad da zanîn ku ew bi hemû şêweyî nerazîbûn û xwepêşandanên ciwanan ên li dijî neheqiyê rast dibînin û wiha got; “Ez li gel mamoste û karmendên ku bi şêweyek mafdar û aştiyane daxwaza mafê xwe yê rewa dikin cih digirim. Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku guhdarî li van daxwazên gel bike û di demek zû de jî çareser bike. Her nerazîbûna ciwanan û daketina wan a qadan dijî pir rewa û mafdar e.”
Divê herkes helwesta xwe nîşan bide
Mûrad diyar kir ku dema PDK destûr neda Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê û parlementer biçin parlamentoyê, wê demê çi wateya demokrasiyê nemaye û wiha dewam kir; “Dema ku Parlamenta Herêma Kurdistanê li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêr e, pêşî girtin li serokê parlamentê bi şêweyek bê qanûnî ya ketina vî bajarî, bi temamî hewldanekî dijî maf û demokrasiyê ye.”
Mûrad got, “Êdî dema wê hatiye ku aliyên siyasî wek YNK, Tevgera Goran, Yekîtiya Îslamî, Yekîtiya Civaka Îslamî û aliyên din ên civaka sivîl li dijî dîktatoriyê bibin yek. Her wiha desthilatek hevpar û demokratîk ava bikin. Li ser vê bingehê, ez ji partî û aliyên Kurd dixwazim ku li dijî hewldan û kiryarên PDK’ê helwestek hevpar nîşan bidin.”
‘Em her çar alî li hemberî PDK’ê yek in’
Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Iraqê, Kawa Mihemed derbarê rênedana Serokê Parlementoya Herêmê û li ser tewanbarkirina PDK’ê got; “Em her çar partiyên siyasî yên Kurd li Bexda xwedî yek helwest in. Tenê PDK xwe cuda dike. Em ev çar aliyane bi hevre, her bûyerek rû bide, ji raya giştî re aşkera dikin.”
Li ser vê yekê parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Iraqê, Kawa Mihemed di dewama axaftina xwe ya bi RojNews re got; “Piştî ku PDK’ê bi tena xwe biryara dema dirêjkirina desthilatdariya Mesûd Barzanî da, me wek her çar partiyên YNK, Tevgera Goran, Yekîtiya Civaka Îslamî, Yekîtiya Îslamî bi hevre biryara nepejirandinê girt.”
Mihemed got ku heya ji destê wan were ew ê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê li Bexda nexin rojevê û wiha got; “Belê dehan car qala wê hatiye kirin, me bi hevre helwesta xwe nîşan daye. Her tişta pêwîst bike ji bo ronîkirina rewşa Herêma Kurdistanê, ji gelê Ereb û navneteweyî re, me qala wê kiriye. Ji ber ku PDK’ê ji hemû dinyayê re nîşan daye ku dixwaze hikûmetek yek desthilat bi rê ve bibe û dest ji desthilatê bernede.”
‘Guh bidin daxwaziyên gel’
Serokê Akademiya Siyaseta Demokratîk li Kurdistanê Dr. Fayîq Gulpî têkildarî krîza aborî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê got; “Sê meh bi ser meaşê mamosta û karmendan re derbas bû û her diçe pirsgirên cudatir jî bi xwe re tîne. Li ser çareseriya vê krîzê heya niha ti projeyeke çareseriyê ya Serokê Hikûmeta Herêmê, parlamentoya Herêmê û partiyên siyasî nîne.”
Gulpî bal kişand ser nerazîbûn û xwepêşandanên gel bi teybet li herêma Germiyan, Silêmanî û wiha dewam kir; “Di xwepêşandanên gel ên van herêman de, ji ber her du famnekirina navbera aliyan de, bû sedem ku 5 kes şehîd bibin û nêzî sed kes jî birîndar bibin. Ev jî bû sedem ku krîz hîn mezintir bibe, ne kû çareser bibe.”
Gulpî diyar kir ku hêvî dike Hikûmeta Herêma Kurdistanê guhdarî daxwazên gel bike û hewl bide meaşê sê mehên buhrî yê mamostan û karmendên herêmê bide û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekare pereyê meaşê mamostan û karmendan bide, bila partiyên desthilatdar di nava xwe de vê erkê parve bikin û meaşê wan bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
"Gel ji siyaseta PDK’ê bêzar e"
Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq rewşa siyasî û aloziyên Herêma Kurdistanê ji RojNews re nirxand û got ku xelkê Kurdistanê ji feraset û nêzîkatiya Mesûd Barzanî bêzar e. Ebdulxaliq diyar kir ku xelkê Kurdistanê heya niha li hemberî desthiladariyê sebir kiriye û wiha axivî: “Li gorî xelkê Herêma Kurdistanê heya niha li hemberî desthildariya Herêma Kurdistanê gelek sebir kirine. Di dema kabîne li ser bingehekî berfireh hatî avakirin de, ji bo xelkê Herêma Kurdistanê hêviyek çêbû, lê di nava salekê de derket holê ku ev kabîne qet nikare tiştekê bike.”
Nîqaşa serokatiyê qeyrana kûrtir kir
Ebdulxaliq balkişand ser qeyrana serokatiya Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê qeyrana heye kûrtir kiriye. Bi teybet PDK bi bê merc dixwaze demê Mesûd Barzanî dirêj bike. Ji derveyî vê serokê Herêma Kurdistanê qet bernameyekî wî nebû, ji derveyî daxwaza dirêjkirina demê xwe. Ji ber vê yekê xwepêşandanên niha nûnertiya dîtinên welatiyan dike.”
Mesûd Ebdulxaliq destnîşan kir ku niha li Başûrê Kurdistanê gel û partiyan peywendî bi yek ve nîne û wiha got: “ Niha ji Başûrê Kurdistanê gel û partiyan gelek peywendî bi yek ve nîne, ji ber ku gel ji hemû partiyan bi ture ne û di nav de jî ji hemûn zêdetir ji Mesûd Barzanî aciz in.”
Rastiyan berovajî dikin
Çavdêrê Siyasî Mesûd Ebdulxaliq di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Gel bi şewitandina buroyên PDK’ê wê ceza dikin, lê tewanbariyên PDK’ê ne di cihê xwe dene. Dema ku dibêje Tevgera Goran yan jî PKK, yan jî Îran li pişt xwepêşandana de ye. Niha gel li dijî nelirêtî û desthilatdariyê derketiye.”
Ebdulxaliq dawiya axaftina xwe de wiha got; “Ew karê PDK dike gelek metirsîdar e. PDK ji ber sedemê gef kirina derdora xwe wê hebûna wê, bikeve metirsiyê de û vegera dû rêveberiyên PDK û YNK’ê wê temenê wan tenê yek sal be.”