Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê diyar kir, Seyîdxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) bi hevkariya qirêj a dewleta Tirk û hêzên navneteweyî hatine qetilkirin.

 KCK´ê ji rêveberiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê xwest bûyerê eşkere bikin û vê êrişa korsan a dewleta Tirk a faşîst red û şermezar bikin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê der barê şehadeta Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) de daxuyanî da û da zanîn ku Demhat Egîd ji bo karên Yekîtiya Neteweyî û li dijî dagirkeriya Tirk a li Rojava karên li nava raya giştî dimeşand û Cemîl Amed (Eser Irmak) jî xaziyê şer bû û ji ber tenduristiyê li Silêmaniyeyê bû, bi desteka hêzên navneteweyî û ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her du hevalên me yên ku ji ber karên neteweyî, siyasî, dîplomatîk û tenduristiyê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bûn, bi operasyoneke leşkerî ji hewayê hatin bombekirin û qetilkirin. Vê êrişê careke din nîşan da ku komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê dimeşe. Hêzên navneteweyî yên hevparê vê êrişê îradeya Kurdên azad û hişmendiya rêxistinbûyî kirin hedef. Bêguman hin hêzen herêmî û ajanên noker piştevaniya vê komploya dewleta Tirk a faşîst mêtinger kirine. Hêzên qetilker bi vê êrişa xwe karên siyasî, civakî û dîplomatîk dikin hedef û dixwazin gelê me bê îrade û bê nûner bihêlin. Ev komkujiya li Silêmaniyeyê hatî kirin di serî de ji aliyê YNK’ê ve divê ji aliyê parlamenta neteweyî ya Kurdistanê û hikumeta herêmî ve bê eşkerekirin û êrişên korsanî yên dewleta Tirk a faşîst ku ji komkujiyê berpirsyar e, bê redkirin û şermrezarkirin. Ev êrişa ku dewleta Tirk ji hewayê ve kiriye binpêkirina qada hewayî ye û nîşan dide ku qada hewayî ji aliyê kê ve hatiye binpêkirin. Hem em hem jî gelê me li bendê ne ku ev êrişa siyasî û komkujî bê eşkerekirin.

Nûnerên Kurdan dikin hedef

Dewleta Tirk a faşîst beriya niha bi heman rê û rêbazan û bi têkiliyên ajan û xayinan ên qirêj hevalên me yên karên neteweyî û dîplomatîk kiribûn hedef û qetil kiribûn. Hem qetilkirina van hevalan hem jî qetilkirina hevalên beriya niha di çarçoveya konseptekê de ne.

Ev komkujiya ku paralelî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hate kirin, nîşan didin ku mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst li her deverê êrişî Kurdan dike û hewl dide tine bike. Rejîma Tirk a faşîst dema ku bi rêk û pêk Kurdan qir dike, bi taybetî êrişî kesayetên Kurd û rêxistinên xwedî îrade û hişmendiya Kurdan dike.

Zîhniyeta ku di sala 2013’an de li Parîsê jinên Kurd ên şoreşger qetil kir çi be, li Silêmaniyeyê zîhniyeta ku her du hevalên me qetil kir jî heman zîhniyete. Kurd û hêzên demokrasiyê bersiva komkujiyê didin.

23 Cotmehê xwedî li şehîdên xwe derkevin

Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê gelek êş kişandiye. Enfal û komkujiyên Helebçeyê li wan hatiye kirin. Bi sekna xwe ya bi rûmet û xwedî îrade serê xwe li ber ti hêzê netewandiye. Li dijî Bekoyên sedsala 21’ê ku dewleta Tirk a mêtinger wan dike ajan û li dijî gel bi kar tîne, divê bi ruhê neteweyî helwestê nîşan bidin û mafê jiyanê nedin xayin û ajanan.

Di serî de hêzên siyasî yên Başûrî em bang li Kurdan hemûyan dikin ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û helwesteke xwedîderketina li şehîdan nîşan bidin. Em bang li gelê xwe û hêzên siyasî dikin ku di 23’ê Cotmeha 2019’an de li Silêmaniyeyê beşdarî merasîmê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Em careke din dibêjin ku em bi şehîdên xwe ve girêdayî ne. Di serî de malbatên hevalên me Demhat Agît û Cemîl Amed em sersaxiyê ji Rêber Apo û tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna bi keda mezin a şehîdên xwe bi ser bixînin.”

 

ANF/BEHDÎNAN