Berî 24 salan bi sirûd û dirûşma bi nav û deng “Demî Raperîn e” bi watayeke din dema serhildanê ye gel rabû û hemû saziyên dewlet di 3 hefteyan de ji holê rakirin û Başûrê Kurdistanê bi serhildaneke girseyî û çekdarî di heman demê de ji saziyên Baasî hat paqijkirin. Ew sirûd hîn jî dema mirov li wan guhdarî dike rojên xweş yên vê serhildanê tînin bîra mirovan û cihêkî girng di bîra me ya dîrokî de girtine, ji ber ku Serhildanê li hemberî zilm û zora rejîma Baas ku bi kîmyabaran, Enfal, kuştin, girtin, dardekirin û hemû cureyên neheqiyê bûn.

Lê piştî 24 salan heman dîmen me di roja 03.10.2015 dît, gel sirûda “demî Raperîn e” got, gel serî radike û îşareta xûrt ya serhildaneke din heye, lê vê carê li hemberî kî û ji bo çi? 

Ez ê li vir hinekî sedeman li gorî ne yên baweriya wan bi şoreşê heye lê yên ku hîn jî baweriya wan bi reforman heye nîşan bidin, wê demê bila xwîner biryarê bidin bi rastî jî “ Demî Raperîn e” an na? 

Di nava 3 mehan de zêdetirî 40 hezar kesî ji Başûrê Kurdistanê koçber bûn, di nava 2 hefteyên dawî de zêdetirî 10 cenazeyên van koçberan vegerandin Başûrê Kurdistanê? Di bereyeke şer de ji ber nebûna kordîneyeke hevpar di nava hêzên pêşmergeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de di teqînekê bi destê DAIŞ´ê de 31 pêşmerge şehîd bûn, lê tenê 3 ji wan ji bo gel ragehandin ji tirsa serhildanê, rayedar ditirsin ragihînin, lê piştre jî dîmen hatin weşandin. Ev 3 meh in ku li ser hev ti meaşê  pêşmerge, karmend û mamosteyan nayê dayîn tevî ku meaş tekane çavkaniya debara wan e. Rewşa Tendrustî û Perwerdê li Başûrê Kurdistanê di asta herî trajedîk de ye. 

Raporên li ser hatinên Petrolê jî tên weşandin rastiyên nelirêtî di bazirganiya bi petrola Herêma Kurdistanê de radixin ber çavan û baştir bersiva pirsa gelo dema serhildanê hatiye an na, didin. 

Hikûmet dibêjê pere nîne, lê serokê komisyona darayî li Perlemana Herêma Kurdistanê Îzzet Sabîr dibêjê, “3 milyar dolarên hikûmetê hene, ev pere ji frotina petrolê tîn û razandî ne li banka Kurdistanê ya navdewletî ku Nêçîrvan Barzanî xwediyî wê ye”. 

Çend caran wezîrê petrolê hatiye vexwendinî Parlemanê ji bo lêpirsînê, lê ji ber ku bi biryareke neqanûnî N. Barzanî gotiye “bê îmzeya wî Parleman nikare lêpirsîna ti wezîrêkî/ê bike, ser hemû nelirêtiyên tê girtin.

Petrol ji 170 bîrên cûda tê derxistin û ji derve re tê şandin, hem li ser rêya lûleyan û hem bi tankeran. Lê pere nakevin xezîneya hikûmetê, herdu partiyên desthilatdar YNK/PDK van pereyan dibin, ji bo wê jî kiriza aborî û nedayîna meaş weke kirîzeke siyasî xwe dide der. 

Tevî ku ji 19´ê Tebaxê ve dema serokayetiya herêmê ya Mesûd Barzanî bi dawî bûye jî, heya niha aliyên siyasî ti çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê nedîtine. 

Van rojên dawî jî greva kar a mamoste, karmend û hemû beşên cûda yên civakê destpê kiriye û her diçe belav dibe. dema nivîsandina vê gotarê li zêdetirî 15 deverên cuda greva mamosta, karmendên tendrûstiyê destpê kiriye. Tevî hemû zehmetiyan û tevî van kirîzan hemûyan jî heya niha Pêşmerge heman helwêst nîşan nedaye, eger hûn bipirsin çima? Ez ê bibêjim, ji ber ku wan rihê têkoşîn û şerê Gerîlla û Şervanên azadiyê girtiye; pêşmerge jî li kêleka Gerîlla çeperên berxwedanê li hemberê DAIŞ´ê bernade, di nava gel de ev rih divê ji  bo guhartinan bibe bingeh.