NÎZAM BARAN Li Elmanyayê welatparêzekî din ê Kurd ji ber vîrusa Koronayê wefat kir. Mehmet Şah Demirhan li Bad Ems a nêzî bajarê Koblenzê dima. Ev 38 roj bûn ji ber ku bi Covid-19’ê ketibû, ew dihat dermankirin. Mehmet Şah Demirhan yekşema bihurî ji ber vê nexweşiyê wefat kir. Kurê wî Levent Demirhan got, “Ji ber ku me karî wî cara dawî bibînin, em bextxweş in. Ji ber ku wî jî em li cem xwe dîtin, bextewer bû. Em ê li ser şopa jiyana bi rûmet ya wî ji me re hiştî, dewam bikin.” Mehmet Şah Demirhan li navçeya Rihayê Siwêregê sala 1957’an hatibû dinê û sala 1991’ê koçberî Elmanyayê bû. Wî xwe ji welatê xwe qut nekir û ji 1991’ê heta bi 2008’ê bi awayekî çalak di nava xebatên welatparêziyê de cihê xwe girt. Piştre jî ew her li çalakî û protestoyên civaka Kurd de hazir bû. Dema siheta wî pirr nebaş bû birin nexweşxaneyê Kurê wî, Levent Demirhan got, nexweşiya bavê wî bi ta û germiya laşî ya kêm, dest pê kiriye. 21’ê Adarê ew nexweş ketiye, 24’ê Adarê rewşa siheta wî piştî ku antîbîyotîkên doktorê malê jî bi kêr nehatine, xirab bûye. Axir wî dibin Nexweşxaneya Marienhof a Koblenzê. Di encama testê de derdikeve holê ku mehmet Şah Demirhan bi Covid-19’ê ketiye. Levent Demirhan got, 27’ê Adarê derketiye holê ku dayika wî û birayê wî Azad jî bi nexweşiya ji ber vîrusa koronayê ketine. Dayika wî jî li heman nexweşxaneyê hatiye dermankirin. 28’ê Adarê bi xwe, ji ber ku bavê wî hew dikare bêhna xwe bide û bistîne wî dibin cihê dermankirina taybet. Ji ber ku pirr bêtaqet jî ketiye, bijîşk pêşî biryara bixewvebirina wî didin. Piştre bersivê dide dermankirinê. Lê bavê wî li ber xwe bide jî, vîrus bela xwe jê venake. Îna bihurî rewşa wî ne baş dibe û malî hemû dikarin şemiya nihurî Mehmet Şah Demirhanî bibînin ku wê roja piştre yanî yekşemê (26’ê Nîsanê) wefat bikira. Em pê serfiraz in Levent Demirhan got, “Ji ber ku me karî wî cara dawî bibînin, em bextxweş in. Ji ber ku wî jî em li cem xwe dîtin, bextewer bû. Ji ber ku em zarokên wî ne, em serfiraz in. Em ê li ser şopa jiyana bi rûmet a wî ji me re hiştî, dewam bikin.” Mehmet Şah Demirhan wê sibe (29’ê Nîsanê) li goristana Bad Emsê saet 14.30’î bê spartinî axê. Bang li kesên beşdarî merasîma cenaze bibin hat kirin da ku maskeyan deynin ser difn û devê xwe û li gorî qaîdeya mesafeya civakî tevbigerin.