Civîn li Salona Dawetê ya Dunya ji aliyê Meclîsa Gel a Herêma 91 ve hat organîzekirin û gel pêwendiyeke mezin nîşan da. Di civînê de Selahattîn Demîrtaş rewşa dawî ya siyasî nirxand û bersiv da pirsên gel.  Demîrtaş hevdîtinên li Îmraliyê nirxand û got, “Duh digotin em ‘Ocalan’ bi darve bikin. Bi dehan hevalên me ji ber ku gotin ‘qasidê aştiyê li Îmraliyê ye’ hatin girtin. Bi her awayî propaganda hat kirin. Lê beLê berxwedana gelê Kurd, çalakiyên li Ewropa û li welat, înkar şikandin. Dîtin ku li pişt me hêzeke çawa heye.” Demîrtaş destnîşan kir ku hevdîtinên li Îmraliyê ne derfeteke dewletê ye, encama berxwedana gel e.

Demîrtaş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha li dora masê weke sîstemeke nêrînê, lîderekî gel û bi wê moralê disekine.   Demîrtaş bal kişand ser komkujiya li Parîsê û komploya li hemberî Ocalan bibîr xist. Demîrtaş diyar kir ku komkujiya Parîsê jî tê heman wateyê û got, “Di nuqteya hevdîtinan destpê kir de xwestin Rêberê Gelê Kurd têxin rewşeke ku nikaribe biaxive. Hedef aştî û rêberê gel bi xwe bû. Rêberê Gelê Kurd hêza xwe ji gel digire. Nikarin gelekî bi temamî tine bikin.”

Meclîsa demî ya Rojava silav kir

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, armanca damezrîna HDP’ê, hilbijartin, bexwedana Gezî û gelek mijarên din nirxand û di pêvajoya hilbijartinê de bang li beşdarên civînê yên ku piraniya wan ji herêma Serhedê ye kir, ku roleke aktîf bileyzin. Demîrtaş destnîşan kir ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn hem li welatên lê dimîne karê dîplomasiya gel bimeşînin hem jî têkiliya xwe bi welat re qut nekin û li hemberî pêvajoyên siyasî yên li welêt hişyar û berpirsyar bin.

PARÎS