Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li parlamenê bi komek ji rojnamevanan re hat cem hev û bersîv da pirsên der heqê pêvajoya çareseriyê de. Demîrtaş da xuyakirin ku divê hikûmet di çarçoveya berpiryariyên xwe yên ji bo qonaxa duyemîn de gavan biavêje û pêşî li siyaseta demokratîk veke. Li ser pirseke der heqê tevgera azadiyê ya Kurdistanê de Demîrtaş wiha peyivî: "Dudiliya hikûmetê ya ji bo gav avêtinê, rê li ber fikarên mezin vedike. Çêkirina qereqol, bendav, HES û dewamiya pergala cerdevaniyê, gumanan zêde dike. Ne rast e ku gav avêtin ji pêvajoya piştî hilbijartinê re bê hiştin.” Demîrtaş da xuyakirin ku hevdîtinên dewletê yên bi Ocalan re dewam dikin û ev anî ziman: “Me serî li Wezareta Edaletê da, di nava vê hefteyê de hevdîtineke nû dikare pêk were. Li Îmraliyê heyeta dewletê bi rêk û pêk bi birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Qonaxa duyemîn, weke BDP em dimeşînin. Daxwazên me li holê ne. Ev ne li dijî daxwazên birêz Ocalan in.”


Divê xebatên lezgîn bên meşandin

Demîrtaş li ser rêveçûna pêvajoyê ya heta Îlonê jî axivî û anî ziman ku ev demeke dirêj e daxwaza wan ya ji bo avakirina komîteya şopandina pêvajoyê heye. Demîrtaş got, "Komîsyona Çareseriyê ya Meclisê, dikare di vê dema havînê de çalaktir bixebite. Ne rast e ku xebatên komîsyonan, di vê dema betlaneya parlamentê de bên rawestandin. Komîsyon dikare hîn bêtir li ser pêşniyarên çareseriyê raweste, di vê mijarê de raporê amade bike û pêşkêşî hikûmet û BDP'ê bike. Ji bo çarseriya pirsgirêkên gengaz jî, pêwîste di navbera hukûmet û BDP'ê de komeke diyalogê hebe. Divê Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin. Di rewşên awarte de pêwîste meclis karibe bicive. Kampanya me ya "Hikûmet gav biavêje” wê bi meş û mîtîngan li her derê dewam bike.”

´Rewşa Ocalan ne ji rêzê ye´

Li ser pirsa; rewşa tenduristiya Ocalan jî, Demîrtaş ev bersiv da: "Di hevdîtina me ya dawî de pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekir problem. Lê em kengî diçûn gel wî, timî hêstir ji çavên wî dihat û gava diaxivî çavên wî dihat girtin. Temenê wî 64-65 sal e. Ew şert û mercên lê tê ragirtin, mirovekî ciwan jî nikare lê îdare bike. Demîrtaş, gotinên Ocalan ên di hevdîtinan de kirine bibîrxist û weha got: "Birêz Ocalan di hevdîtinekê de got; li navenda pêvajoyê ez heme, min bang kir, min da destpêkirin. Bêyî ku pêvajo bigihêjê selametiyê, eger ji nişka ve li vir dilê min bisekine, wê çi bi pêvajoyê bê? Tişta ez der heqê tenduristiya xwe de tînim ziman, gumanên min ên şexsî nînin. Gava peyamê didim dewletê jî bi vî rengî didim.” Girtiyên li gel wî jî dibêjin. Pêwîste şert û mercên ew tê ragirtin, ji bo başbûna tenduristiya wî werin sererastkirin. Ev ne rewşek ji rêzê ye. Em li bendê ne ka wê guhertineke çawa bê kirin. Bi rêveçûna pêvajoyê re, wê zelal bibe.”

 DÎHA/ENQERE