Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş bersiv da pirsên Bîanetê û got, “Ez ne mexdûr im, berxwedêr im.”

Demîtaş di hilbijartinan de îşaret bi şert û mercên ne adilane û wekhev kir û got:”Li hêlekê yek ji rikberê min bi hemû derfetên dewletê kampanyayan dike, li hêla dî jî di hicreya xwe de ti derfetên min nîn in ku dengê xwe bigihînim civakê.’’

Demîrtaş got di nav namzetan de yê herî bi dezavantaj ew e û got, “Normalîzekirina vê rewşê neheqiyeke mezin e li hilbijêrên me.’’

Ez ê li konsensûsekê bigerim

Demîrtaş li ser pirsa, “Heke bi ser bikeve wê çi bike?”  got: “Ez ê bang li hemû serokên partiyên siyasî bikim ku li ser maseyekê rûnin û di serdema nû de ji bo derbasbûna nav demokrasiye, ji bo ku bername û nexşerêyeke hevpar çêbibe ez ê li konsensûsekê bigerim.’”

Min helwesta xwe parastiye

Demîrtaş li ser gotinên Ahmet Hakan ku gotibû, “Wê girtîgehê bike cihê mexdûrbûnê, mexdûrbûnê bike deng’’ got: ‘’Ez ne mexdûr im. Ez berxwedêrek ji nûnerê têkoşîna azadiyê me ku ji ber ramanên xwe û rewşa siyasî hatime rehînkirin. Ne bi daxwaza xwe li girtîgehê me, lê piştî ku ez kirim vê qulikê jî, biya min min helwesta xwe parastiye. Civak, çi kesê ku wan digirin weke ku mexdûr bin li wan nanere û li wan xwedî dernakeve. Heke xwedî li min derdikevin, ev ne ji ber mexdûrbûna min, ji ber helwesta min a mexrûr e. Ez wê şîretê li kesî nakim ku bi ber bayê gotinên Ahmet Hakan bikevin û xwe têxin girtîgehê.’’