Li gel Demîrtaş parlamenterên HDP'ê Levent Tuzel û Erol Dora, nedamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, serok û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan amade bûn. Demîrtaş destpêkê çû serdana malbata Îsmaîl Canbal ê di karesatê de jiyana xwe ji dest da. Dûre jî gorên karkeran ên li şehîdgeha kanê ziyaret kir, qurnefîl danî ser goran. Demîrtaş ji malbatên li ser gorên xizmên xwe dûa dikirin re sersaxî xwest. Li vir bi awayekî komî dûa hat kirin. Demîrtaş piştî serdanê daxuyaniyek da û got, "Îro li çar aliyên welêt, li goristanan dûayên aştî û xêrê tên kirin. Bila serê tevahiya kedkar û karkeran sax be."

´Hesap nedan´

Demîrtaş ragihand ku karesata rê li ber mirina 301 karkeran vekiriye bi têrkerî nehatiye nîqaşkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di vê cînayeta kar de bi carekê 301 karker hatin qetilkirin. Gelo li şûna 301 karker, 301 xizanan, 301 dewlemend 301 karsaz bimira, wê reaksiyona hat nîşandan bi vî rengî bûya? Serokwezîr wê karibûya bigota 'çarenûs' e? Dema 301 xizan, yanî yên di bêrîka wan de pere tuneye dimire, tişta ji devê wan derkeve, bi tenê derew e. Rondikên diherikînin jî rondikên tîmseh in." Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye li ser xwêdana kedkar û karkeran mezin dibe û got, "Ji sedî 5 ê Tirkiyeyê li ser keda ji sedî 80'yî xwe xwedî dike. Karkerek miriye yan jî hezar karker mirine, ne xema wan e. Ji bo wan; bila bi tenê karker bixebitin, ew qezenç bikin, ev bes e. Li ser me bindestan zexta 'eger hûn nexebitin hûnê birçî bimînin' ferz kirin. Ji bo em bêjin 'Na emê nebin koleyên pere, emê nebin koleyê patron' divê em yekitiya xwe çê bikin. Çi Elewî, çi Kurd, Laz û Çerkez, tu cudahî di navbera karkeran de nîne."

´Mirovahî qetilkirin´
Demîrtaş diyar kir ku hin mirov hene cih nabînin pereyê xwe lê veşêrin, lê tişta ku dibe para karkeran jî kulmek axa li ser xwe binixumîne ye. Demîrtaş destnîşan kir ku canê mirovan ji pere, ji komirê bêtir bi qîmet e û got, "Li Soma'yê mirovahî hat qetilkirin. Em pê êşiyan. Li Soma'yê bi rûmeta me lîstin. Bi karkeran re rûmeta me jî hat qetilkirin." Demîrtaş da xuyakirin ku heta niha jî hejmara zelal a karkerên jiyana xwe ji dest dane nehatiye aşkerakirin û got, "Ji bo sermayeyê bila kan bixebite, bila sermayeya navneteweyî netirse, ev bes e. Eger wan ji sedî 10 ê qezenca xwe ji bo ewlekariyê xerc bikira, bêvila karkerekî bi tenê jî xwîn nedibû. 301 birayên me nedimirin. Ev ne xeyal e. Ev welat, bi xwêdana eniya karkeran re welatê hilberîneran e. Eger em hildiberînin hingî divê em birêve bibin." Demîrtaş got, "Eger êşa malbatên Soma û Roboskî bibe yek ev welat wê rizgar bibe" û destnîşan kir ku her du êş weke hev in û ji gelan re sersaxî xwest. Demîrtaş piştî serdana goristanê, derbasî Manîsayê bû.

DIHA/MANÎSA