Dewleta Tirk a dagirker bi armanca avakirina çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de 2 hezar û 300 malbatên tirkmenî li ser sînor bi cih kirine. Di heman demê de dewleta Tirk ji bo valakirina Efrînê mirovan direvîne û talan dike.
ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA
Dewleta Tirk a dagirker polîtîkeyên tirkkirin û asîmîlekirinê li Efrîn û herêmên din ên ku dagir kirine (Cerablus, Bab, Ezaz, Idlibê) didomîne. Bi vê dixwaze van deverên navborî bi ser erdê xwe ve bike. Çawa ku di sala 1939‘an de Lîwa Îskenderûn ji Sûriyê qut kir.
Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku Efrînê dagir kirine di 18‘ê Adara 2018‘an de demografyaya kantonê diguherin, malbatên ji Xûtaya Şamê, Dêrazor, Humis, Hema û Idlibê li kantonê bi cih kirin.
Li gorî Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê artêşa Tirk a dagirker di 15‘ê Tebaxa îsal de dest bi bicihkirina malbatên Tirkmen li xeta sînor kirin da ku çembereke tirkmanî di navbera Efrîn û Tirkiyê de ava bike. Di heman demê de pêwîstiyên tirkmenên ku bi cih kirine bi cih tîne û pêdiviyên wan dabîn dike.
Dewleta Tirk heman rêbazan ji bo hundirê Efrînê jî bi kar tîne û tirkmenan teşwîq dike da ku li Efrînê bi cih bibin. Li ser vê mijarê endama Koordînasyona Kongreya Strar a Efrînê Hediye Yûsif gotibû ku dewleta Tirk, tirkmenên qebûl nakin li Efrînê bi cih bibin mohra “xayîna” li wan dide.
Armanc qedandin û qelandina gelê Kurd e
Artêşa dagirker a Tirk, malbatên Tirkmen ji Bab, Raî, Cerablus, Ezaz, Idlib, Hums, dewletên Asya, Tirkustan û Ozbekistanê tîne û li Efrînê bi cih dike.
Niha li gundên Kefer Cenê 300 malbat, navçeya Şerayê 900 malbat, navçeya Bilbilê 800 malbat û navenda bajarê Efrînê zêdetirî 300 malbatên Tirkmen bi cih dibin.
Di vî warî de hevserokê Herêma Efrînê Bekir Elo got: “Siyaseta dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dimeşîne, ji bo me ne nû ye, û em ne xerîbê wê ne. Ji ber ku bi salane siyaseteke bi vî rengî dimeşîne û armanca dagirkirina wê qedandin û qelandina gelê Kurd e. Vê hem eskerî û çandî dike.”