
Projeya Rêvebiriya Demî wek sistemeke rêvebiriyê di yekemîn salvegera şoreşa 19'ê tîrmehê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hate amade kirin û pêşniyar kirin. PYD'ê bi vê armancê dest bi amadekariyan kir û pêşûnameya projeyê pêşniyarî hemû pêkhateyên herêmê kir.
Di roja 13'ê tebaxa 2013'an de Hevseroka PYD'ê Asya Abdulah di civîneke çapemeniyê de ragihand ku wan pêvjoya yekemîn a projeya Rêvebiriya Demî bi dawî kiriye û dest bi pêvajoya duyemîn kirine. Di qonaxa duyemîn de ji bo avakirina Desteya Rêvebir a Rêvebiriya Demî komîteyeke amadekar hate ava kirin.
Naveroka projeyê ne dûrî armancên şoreşa Sûriyê yên demokratîk, azadî û hevbeşiyê ye. Sîstemên rêvebiriya herêmê li gelek welatên mîna Swîsra, Belcîka û Elmaniya jî hatine pêkanîn.
Projeya ku ji aliyê PYD'ê ve hate pêşniyar kirin ji aliyê gelek sazî, rêxistin û partiyên siyasî ve bi xweşbînî hate pêşwazî kirin. di 8'ê meha êlûnê de Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê û Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê proje erê kirin û belgenameya ji 9 xalan imze kirin.
Xalên belgenameyê
Belgenameya ku herdû Meclîsan liser imze kirin wiha bû:
1-Ji bo amadekirina zagona demî komîtyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhteyan bê amadekirin
2- Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêvebiya demî bê destnîşan kirin. Desteya rêvebir dê kar û barên hilbijartinan bi rêve bibe.
3- Piştî amadekirina zagona demî, desteya rêvebir dê rêvebiriya demî ya hevbeş û demokratîk ava bike.
4- Desteya Rêvebiriya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.
5- Rêvebiriya demî dê komîteyên xwe yên rêvebiriyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.
6- Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navnetewî, di bin siya rêvebiriya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmê Kurdî û yên hevbeş in.
7- Piştî avakirina rêvebiriya demî, di nava mehekê de, hilbijratinên demokratîk, bi çavdêriya rêxistininên herêmî û navnetewî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidar xistin.
8- Meclîsa giştî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêvebiriya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.
9- Meclîsa giştî dê li gorî zagonên navnetewî û mafên mirovan, makezagonekê amade bike.
Piştî ku herdu meclîsan projeya Rêvebiriya Demî imze kirin, bi armanca ku projeyê pêşkêşî pêkhateyên herêmê bikin, komîteyên hevbeş hatin ava kirin. komîteyan bi nûnerên Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen û Çeçenan re hevdîtin pêk anîn û projeya rêvebiriya Demî ji wan re pêşniyar kirin û pêşniyar û nêrînên wan jî girtin. Proje ji aliyê hemû pêkhateyan ve hate pejirandin.
Projeya ku ne li gorî hesabên hin hêzên herêmî û navnetewî bû, rastî gelek astengî û hewildanên têkbirinê hat. Ji ber hin berjewendiyên teng ên hin partiyan û ji ber destwerdana hin hêzên herêmî û navnetewî, beşek ji partiyên di nava ENKS'ê de xwe ji nava xebatên rêvebiriyê kişandin. Lê van hewildanan xebatên avakirina rêvebiriyê ranewestand.
Roja 12`ê mijarê li bajarê Qamişlo bi beşdariya 82 endamên ji 35 rêxistinên siyasî û saziyên civaka sivîl yên ji hemû pêkhateyên herêmê Meclîsa Damezrêner a Rêvebiriya Demî hate ragihandin. Di civînê de desteya Şopandina pêkanîna û amadekirina belgeyên projeyê yên wek "Hevpeymana civakî û qanûna hilbijartinan".
Di civîna damezirandinê de Rojavayê Kurdistanê wek sê herêmên kanton hate dabeş kirin, herêma Cizîrê, Kobanê û Efrîn, her herêmek dê meclîsê xwe hilbijêre û ev meclîs dê nûnriya herêmê di meclîsa giştî de bike.
Roja 15`ê mijdarê Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ya Hevbeş a Rêveberiya Demî bi beşdariya 60 endaman li bajarê Qamişlo civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Di civînê de ji herêma Cizîrê 12 ji Efrînê 4 û ji Kobanê 3 endam, bi giştî komîteyeke ji 19 endaman hate ava kirin. Komîte dê nava mehekê de hevpeymana civakî, qanîna hilbijartinê û projeya xweseriyê amade bike.
Berdevkê Fermî yê Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ya Hevbeş a Rêveberiya Demî Ciwan Mihemed beriya niha ji ANHA`ê re aixivî bû û diyar kiribû ku komîteya ji 19 kesan dê di nava mehekê de hevpeymana civakî, qanûna hilbijartin û projeya xweseriyê temam bikin.
Li ser pirsa “Dê heta hilbijartinan kî rêveberiya herêmê bike?” Mihemed diyar kir ku niha hemû sazî karê xwe dimeşînin, YPG'ê û Asayîş parastinê dikin û got ku ev rewş dê berdewam bike.
Gelek hêz, alî û rêxistinên siyasî yên Kurdî û Sûrî yên wek Desteya hêzên veguherîna Demokratîk a Sûriyê, Desteya Netewî a Ereb, Saziyên Suryaniyan, Tevgera Civaka Piralî, sazî û rêxistinên Jinan ên Rojavayê Kurdistanê û gelek partiyên Kurdî yên beşên din ên Kurdistanê û hin partiyên cîhanê jî, piştgiriya projeya Rêvebiriya demî kirin.
Sîstema Rêvebiriya Demî dê karibe bi hemû şaredarî û rêvebiriyên herêmî yên cîhanê re têkeve nava têkiliyan û ji ezmûnên wan sûd werbigre.
XEBAT EBAS/ANF/QAMIŞLO