
Hevserokê Komelga Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê Fuad Bêrîtan di hevpeyvînek li gel Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANF’ê re hêzên siyasiyên Îranê û cûdahiya KODAR’ê nirxand.
Fuad Bêrîtan wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Demokratîzekirina Îranê ne tenê li stuyê hikûmetêye. Pêwîste beşa herî zêde ya berpirsyartiya civakê , gel, jin û rewşenbîr bigrin stuyê xwe. Ew fikrên ku civakê bingeh negre, tenê hêza xwe radestkirina desthilatêye. Hinek ji wan hêzan ji xerîkbûna demokratîzekirinan qebûl nakin.”
Divê civak reforman ferz bike
Her wiha Fuad Bêrîtan got: “Civak tenê bi xwe rêxistinkirin, yekgirtin, kombûnên demokratîkbûnê û zextên civakî dikare desthilatdariyê neçarî reformên bingehîn bike. Pêwîste were dûbare kirin, civak daxwaza reforman ji desthilatdariyê nake. Ew reform bi amadebûn, şopandin û zextên xwe wan reforman bike. Ew hêzên ku tevlî hilbijartina dibin, eger çarçoveya diyalogan de tevger neke, nikarin bi hêsanî gel bibin ser sindoqan û nikarin çarenûsa piştî hilbijartinê rêve bibin.”
KODAR demokratîkbûnê bingeh digire
Fuad Bêrîtan axaftina xwe wiha domand: “Hişmendî, stratejî û formûla KODAR’ê di gav avêtina ber bi demokrasiyê ve, ji fikir û hêla reformxwazên hikûmetê dûre. KODAR di hêla stratejî ve modela xwe rêveberiya demokratîkbûnê li Îranê ji xwe re bingeh digre. Modelek ku li gel hişmendî û fikrê netewî û mezhebî yê Îranê di gunce. Di heman demê de hemû cûdahiyên civakî, etnîkî, mezhebî û jinan di hêla siyasî û biryargirtinê de wek mijarek jiyanî dibînin.”
Profîla namzetên rêveberiyên herêmî
Fuad Bêrîtan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hemû astengî û fikrên formalîteyên derbarê meclisa bajar û gundan, dibe li Îran û herêmên Kurdî bibe encama bingehê qadek demokratîk ya rasteqîne. Nabe meclisa bajar û gundan bê nirx û bê erk li ber çav were girtin. Dixwazin hinek kesên ji bo navdarî derfetên madî li wan herêman bi cih bikin. Yan ji bo xizmetkirina civakê bike, berjewendiyên desthilatdariyê diparêze. Ev kesane bi ti awayî nabin layîqî wan encûnan. Kesên bi vî awayi zerer gihandiye civakê û derbe li çanda civaka Kurdistanê daye.”
Di dawî de Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku KODAR wê di demên pêş de di çarçoveya daxuyaniyekê de daxwazên xwe yên demokratîk rêkbixin û belav bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN